spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di cotmehê de 28 jin hatin kuştin

Li gorî çeteleya tundiya li dijî jinan a JINNEWS’ê di meha cotmmehê de 28 jin hatin kuştin û 13 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Tundiya li dijî jinê berdewam dike û di meha cotmehê de jî gelek jin bûn qurbanê tundiya li dijî xwe. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê ku her me diweşîne, di meha cotmehê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 28 jin hatine kuştin û hewla kuştina 2 jinan hatiye dayîn.

Li gorî çeteleye 12 jin ji hêla hevjînê xwe, 2 jin ji hêla zilamên ku nas nekirine, 2 jin ji hêla kurên xwe, 2 jin ji hêla birayên xwe, 2 jin ji hêla cîranên xwe, 2 jin ji hêla zilamên di pêvajoya hevberdanê de bûne, jinek ji hêla zilamê ku hev berdabûne, 2 jin ji hêla zilamê ku bi wan re jiyane, 2 jin ji hêla hevalên xwe yên ku dev ji hev berdabûne û jinek jî ji hêla bavê xwe ve hatine kuştin.

Li gorî bajaran hejmara qurbaniyan

Hejmara jin û bajarên ku li wan hatine kuştin wiiha ne:

Li Mêrdînê 2, li Artvînê 2, li Enqerê 3, li Mêrsînê 2, li Edeneyê 3, li Stenbolê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 2,  li Eskîşehîrê 1, li Dîlokê 1, li Ispartayê 1, li Antalyayê 1, li Tekîrdagê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Trabzonê 1, li Agiriyê 1, li Edirneyê 1, li Bayburtê 1, li Sakaryayê 1 û li Bursa 1.