6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Cîhanê bi felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin dikin

Ciwanên ku tev li Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê, bi dirûşmeya “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” di navbera 3-5’ê Cotmehê li Parîsa Firansayê pêk hat, bûn, anîn ziman ku ciwan felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo xwe esas girtin

Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê, bi dirûşmeya “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” di navbera 3-5’ê Cotmehê li Parîsa Firansayê pêk hat. Ciwanan felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo xwe esas girtin û anîn ziman ku dê li ser pîvanê modernîteya demokratîk yekîtiya xwe pêş bixin.

Ciwanên Cîhanê bi dirûşmeya “Ciwan dîrokê dinivîsin” yekemîn konferansa xwe pêk anîn. Ciwanan li paytexta Fransa Parîsê konferans pêk anîn. Zêdeyî 400 ciwanên ji 49 welatan û 95 rêxistin, tevger û partiyan hatibûn, beşdarî konferansê bûn. Ciwanan piştî konferansa 3 rojan encamname bi raya giştî re parve kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî encex ji derveyî pergala kapîtalîst, li gorî modernîteya demokratîk û bi edalet çareser bibe.

Ciwanan diyar kirin ku ji bo xwe gihandina vê armancê yekitiya tevahî hêzên demokratîk-şoreşger û dij-sîstemê di astekê cîhanî de pêwîst dike. Ciwanan anîn ziman ku rêgeza wan a sereke ya rêxistinî ‘yekitî di cihêrengiyê de’ ye û hevbeşiya wan a esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye.

Ciwanan bilêv kirin ku ew li dijî hemû cureyên zordestiyê, kapîtalîzm, lîberalîzm, zilamsalarî, zayendperestî, mijadperestî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têdikoşin.

Ciwanan bibîr xistin ku tevgerên wan li kû derê di bin êrîşê de bin dê piştgiriya hev bikin û gotin: “Em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di  çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan, ku di 10’ê Cotmehê 2023’an de destpêkir, em beşdarbûna xwe û piştgiriya daxwazên kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareserî radigihînin.”

Cihanên cîhanê azadiya fîzîkî esas digirin

Piştî konferansa 3 rojan û parvekirina encamnameyê endamê komîteya amadekar a Konferansa “Ciwan dîrokê dinivîsin” Rafael Vergara armanc û naveroka civînê bi rojnameya me re parve kir.

Endamê komîteya amadekar a Konferansa “Youth Writing History-Ciwan dîrokê dinivîsin” ya Chili Rafael Vergara têkildarî armanc û naveroka konferansê anî ziman ku bi armanca Yekîtiya Ciwanên Cîhanê ava bikin ev konferans pêk anîne û wiha got: “Me bi vê konferansê armanc kir ku gava yekemîn a Konfederalîzma Demokratîk a Ciwanên Cîhanê bavêjin û mîsoger bikin. Di vê konferansê de gelek mijarên cur be cur hat niqaşkirin. Gelek perspektifên cur be cur pêş ketin. Niqaşên kûr hatin kirin. Me dît ku ruhê ciwanên şoreşger ên berxwedêr pir çalak e. Ev ruh li hemû deren cîhanê yek e. Rêber Apo dibêje ‘Di nava cudahiyê de yekîtî. Yekîtiya cudahiyan. Yekîtiya reng û baweriyan.’ Em li gorî  vê perspektifê tev diğerin û li vir kom bûn.”

Dê yekîtiya ciwanên cîhanê ava bikin

Vergara anî ziman ku ji gelek gelek welatên cuda hatin li vir kom bûn û wiha got: “Ji 50 welatan zêdetir ciwan hatin li vir kom bûn. Nûnertiya zêdeyî 90 tevger û partiyan liv ir heye. Zêdeyî 400 ciwan tev li konferansê bûn. 3 rojan bê navber niqaşên xwe berdewam kirin. Biryara herî mezin em ê demdirêj yekîtiya ciwanan ava bikin. Me wekî ciwanan biryar da ku em ê li gorî prensip û perspektifa Yekîtiya cudahiyan tever û yekîtiya xwe  ava bikin.”

Ciwan derbasî pêngavek nû dibin

Vergara destnîşan kir ku di konferansê de diyar bû ku dijminên ciwanan li her derê yek e û wiha lê zêde kir: “Li her dera cîhanê dijminê me tevan faşizm e. Faşîzm li her dera cîhanê êrîşî ciwanan dike û ciwanan qetil dike. Ji ber ku dijminê me xwe koordîne dike, divê em jî li dijî wê di nava yekîtiyê de tev bigerin. Divê em jî wekî ciwanên şoreşger û bêrxwedêr li her qada cîhanê din ava yekîtiyê de tev bigerin. Lazim e em yekitiya ciwanên cîhanê ava bikin. Li  vir pirsgirêk ewe ku em pir ji hev qut bûne. Lazim e em vê qutbûn û parçebûnê derbas bikin û em derbasî qonaxeke nû bibin. Di vê qonaxa nû de êdî yekîtiya ciwanan pir girîng e. Em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Em wekî  ciwan hêza herî mezin a şoreşê ne. Em wekî  ciwan hêza herî mezin a civakê ne. Em hem di aliyê biyolojik û fîzîkî de û hem jî di aliyê ramanî de rolek pêşeng dilîzin.”

Pirsgirêka herî mezin qeyrana ekolojîk û baviksalarî ye

Refeal Vergara bilêv kir ku aloziyên ku hemû cîhanê eleqeder dike, bi taybetî ji bo ciwanan jî pir girîg e û wiha axivî: “Ji ber ku ev alozî û qeyran pêşeroja ciwanan jî diyar dike. Pirsgirêka herî mezin qeyrana ekolojîk e. Qeyrana baviksalarî û modernîteya kapîtalîst e.”

Ciwan li ser fikra Rêber Apo kom bûn

Wergara daxuyand ku diyar bû ku Rêber Apo ciwan anîne gel hev û wiha berdewam kir: “Ev fikra Rêber Apo hêzek ava kiriye. Vê hêza ku Rêber Apo ava kiriye ciwan îro anîne gel hev. Hemû ciwanên ku îro li vir kom bûn li ser fikra Rêber Apo kom bûne û fikra Rêber Apo diparêzin. Hemû  ciwanên ku îro hatine vê konferansê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe esas digire. Her ciwan nirxeke pir mezin dide felsefeya Rêber Apo. Fikra Rêber Apo pir meraq dikin û hertim dixwazin fêr bibin. Di vî warî de Rêber Apo hêvî daye mirovan.

Rêber Apo hêvî û hêz daye ciwanan

Refeal Vergara diyar kir ku ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wan diyar kir ku wekî tevgera ciwanên cîhanê ya şoreşgerî bi hemû xebatên xwe beşdarî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dibin û wiha dirêj kir: “Em bi têkoşîneke bê dawî û têkoşîneke cîhanî azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Em ê li her derê bi civîn, xwendin û niqaşan tev li vê pêngavê bibin. Êm ê bi belavkirina fikrên Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî ji mîsoger bikin. Ji ber ku belavkirina fikr û ramana Serok Apo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diyar dike. Çiqas fikrên wî di nava gel û civakê de bên niqaşkirin, çiqas felsefeya wî ya Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk bê hiqaşkirin û bê şopandin, Rêber Apo jî ew qas dê di aliyê fîzîkî de azad bibe. Rêber Apo dibêje ‘Min di aliyê fikrê de xwe azad kiriye. Ez di aliyê fikrê de azad im. Tenê di aliyê fîzîkî de dîl hatiye girtin. Di aliyê fîzîkî de ne azad e. Ji ber vê yekê divê em pergala wî têxin meriyete û wî bi her awayî azad bikin. Bi pêşniyarê wî jiyanê û cîhanê biguherînin. Em ê li her qadên cîhanê derkevin kolanan û li hemû qadên cîhanê bimeşin. Berxwedana xwe berdewam bikin. Ji berk u tenê bi Rêber Apo, bi fikr û pêşniyarên Rêber Apo em dikarin vê cîhanê ji qeyranê rizgar bikin. Avakirina Neteweya Demokratîk, avakirina Modernîteya Demokratîk di vê konferansê de gavek girîng avêt. Esas û bingehê me hemû ciwanan yek e.”

Wêne: Denîz Babîr 