13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Misircê di qezaya trafîkê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh li navçeya Misicrê ya Sêrtê wesayîtek wergeriya. Agahiyên berfireh ên der barê qezayê de, diyar bûn. Di qezayê de hevjîna hevserokê DBP’ê yê Hezoyê yê berê û 5 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan

Duh li navçeya Misircê ya Sêrtê otomobîlek wergeriya û tanka LPG’ê teqiya. Qeza duh saet di 19.00’an de li derdora gundê Hishisê qewimî. Wesayîta bi plakaya 72 KA 229 a ku Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Hezoyê yê berê Mehmet Yaşar diajot, dema ber bi navçeya Hezo ya Êlihê ve diçû ji kontrolê derket û wergeriya.

Ji ber teqîna tanka LPG’ê ya di wesayîtê de, agir bi wesayîtê ket. Li cihê bûyerê komên agirkujiyê, AFAD, Tenduristiya Lezgîn a 112 û cendirmeyan hatin sewqkirin. Ajokar Yaşar û keça wî ya 11 salî bi birîndarî hatin rizgarkirin.

Lê belê hevjîna wî Aynûr Yaşar û zarokên wan Bêrîtan (15), Viyan (14), Bahoz (12), Cûdî (6) û Rodî (4) jiyana xwe ji dest dan.

Endamên malbatê yên jiyana xwe ji dest dayîn li gundê Zengovî yê navçeya hezoyê hatin definkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî qezayê li ser hesaba xwe ya X’ê peyama sersaxiyê da. Di peyamê de wiha hate gotin: “Di encama qezaya li navçeya Misircê ya Sêrtê de Hevserokê DBP’ê ya Hezoyê yê berê Mehmet Yaşar bi giranî birîndar bû û hevjîn û 5 zarokên wî jî jiyana xwe ji dest dan. Serê malbat û xizmên wan sax be û ji bo Mehmet Yaşar jî şîfaya xêrê dixwazin.”