spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyê suryanî ku êrîşa çekdarî lê hat kirin jiyana xwe ji dest da

Li gundê Enhil ê navçeya Midyadê, welatiyê suryanî Gevriye Akguç ku êrîşa çekdarî lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Enhil ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê, duh êvarê ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîşa çekdarî li welatiyê suryanî Gevriye Akguç (92) hat kirin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, Akguç duh êvarê dema ku bi hevjîna xwe re ji mêvandariyê vegeriyaye mala xwe li ser rê êrîş lê hatiye kirin. Êrîşkar piştî êrîşê reviyane û şopa xwe dane windakirin.

Piştî êrîşê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û Akguç rakirine Nexweşxanneya Dewletê ya Midyadê. Tevî hemû mudaxaleyên ku lê hatin kirin jî Akguç li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat hînbûn ku Akguç li Ewropa jiyaye. Beriya demekê ji Ewropa vegeriyaye û li Stenbolê bi cih bûye û ji bo dîtina xizmên xwe beriya çend rojan hatiya Midyadê.