3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mûsilê di dewetekê de şewat derket û 113 kes jiyana xwe ji dest da

Duh di saetên şevê de li Mûsilê di merasîma dewetekê de şewat derket û herî kêm 113 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîn dar bûn.

Li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Mûsilê ya Iraqê, duh bi şev li eywaneke dewetê di merasîma dewetê de şewat derket û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Tenduristiyê ya Nînowayê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku di şewatê de herî kêm 113 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku şewat ji ber fîşekên hewayî derketiye û bûye sedem ku li eywana dewetê îzdîhameke mezin çêbibe. Tê gotin ku di kêliya şewatê de bi qasî hezar kes li eywanê hebûne û bi şewatê re rû bi rû mane. Ji birîndaran birînên 60 kesan xedar in û tê gumankirin hejmara miriyan zêde bibe.

Li aliyê din eywana dewetê ji ber şewatê bi temamî wêran bûye û tê gotin ku çarenûsa gelek kesên li dawetê hêr jî ne diyar e.