6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger rojnamevaniya Muftuoglû sûc dît

Dozger angaştnameya Hevseroka DFG'ê û Edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglû amade kir. Dozger, hevdîtinên wê yên bi rêya telefonê yên bi rojnamevanan re sûc dît

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê angaştnameya der barê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa MEzopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglûyê jî di nav de 5 jê girtî 49 kesan de amade kir. Dozger ewil angaştname dabû 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Dadgehê qebûl nekiribû û di 27’ê Tîrmehê de ji heman dozgeriyê re şandibû. Dadgehê di sedema xwe ya neqebûlkirina angaştnameyê de diyar kiribû ku di navbera kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin û girtin de tu pêwendiyeke hiqûqî û fiîlî tune ye. Lê dîsa jî lêpirsîn bi awayekî giştî hatiye kirin û angaştname jî bi vî awayî hatiye amadekirin. Dadgehê xwest ku angaştname li gor kesan bê amadekirin.

Dadgehê paşê îtiraza dozgeriyê ya ji bo vegerandina angaştnameyê jî red kir. Piştî vê dozgeriyê ewilî der barê Muftuoglûyê û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz de ku di 6’ê gulanê de bi hev re hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, angaştnameyên cuda amade kirin. Angaştname bi angaştên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” hatin amadekirin. Heman dadgehê ev angaştname jî qebûl red kir û di 21’ê Îlonê de biryara nekarbidestiyê da. Dadgehê di vê biryara xwe de diyar kir ku cihê angaşta sûcan Amed e û ji ber vê biryar da ku angaştname ji Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê re bên şandin.

Angaştname der barê Yilmaz de ji aliyê tu dadgehan ve nehat qebûlkirin û di 6’ê Îlonê de der barê Muftuoglûyê de angaştek hat amadekirin. Angaştnameya ku bi heman xalên sûcdarkirinê hat amadekirin, vê carê ji dêvla dadgeha ji bo Yilmaz, berpêşî 19’ê Dadgeha Cezayê Giran kir. Dadgehê di 13’ê Îlonê de der barê angaştnameyê de biryara nekarbidestiyê da. Dadgehê bi heman hincetê angaştname der barê Yilmaz jî şand Amedê. Ji ber ku îdianame hê ji aliyê tu dadgehan ve nehatiye qebûlkirin, veneguheriye dozê.

Di îdianameya der barê Muftuoglûyê de îfadeyên Kerem Gokalp, Samîr Baran û kesê bi navê Ûlaş ku di doza girtinê ya der barê HDP’ê û Doza Kobanê de jî navê wan derbas dibe, cih digirin. Îfadeyên şahidê veşarî yê bi navê “K8Ç4B3L1T5” ên der barê Muftuoglûyê û Yilmaz de jî cih digirin.

Di angaştnameyê de hevdîtinên Muftuoglûyê yên bi rêya telefonê yên bi rojnamevanan re, çûna wê ya derveyî welêt û gelek tiştên razber wekî sûc hatine hesibandin.

Di angaştnameyê de hatiye xwestin ku bi van angaştan ceza li Muftuoglûyê bê birîn.