4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hê li benda çi ne?

Di nav hefteyekê de dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê zêde kirin. Li Rojava, Başûr, Şengalê. Li her derê Kurdistanê bi balafirên biçek ên bêmirov êrîşan dibe ser rêber û rêvebirên gelê kurd. Balkêş e piştî daxuyaniya Elî Ewnî ev êrîş zêde bûn. Di heman demê de piştî daxuyanya wî êrîşên li ser sivîlan jî zêde bûn. Sê caran li herêma Silêmaniyê sivîl hatin qetilkirin. Hem li Rojava hem jî li Başûr planeke nû xistin meriyetê. Li Başûr bi tevlîheviya li Kerkûkê û li Rojava jî bi tevlîheviya li Deyre Zorê hate derxistin xwestin zemîna dagirkirinê çêbikin. Lê ev plan bi helwesta hêzên kurd vala hate derxistin. Niha jî rasterast bi piştgiriya PDK’ê li Başûr êrîşî gerîla dikin û hewl tê dayîn dora gerîla teng bikin.

Evqas jî ne bes bûn, berî du rojan li Hewlerê nûnerê KNK’ê Cevdet Denîz di ofîsa nûnertiya KNK’ê de rastî êrîşeke çekdarî hat û şehît ket. Piştî wê bi rojekê balafirgeheke li herêma Silêmaniyê ji aliyê balafirên tirk ve hate bombebarankirin û di encama êrîşê de sê jê endamên hêzên antî-terorê yên YNK’ê tevahî şeş kes şehît ketin. Dewleta tirk ji ber helwesta YNK’ê ku bi PDK’ê re tevnagere dixwaze YNK’ê ceza bike. Evqas êrîş ji ber vê ne. Êdî mesele baş tê zanîn. Ji aliyê PDK û dewleta tirk ve êdî tiştekî ku neyê zanîn an jî neyê famkirin nema ye. PDK’ê hevakriya dewleta tirk û dijberiya gelê kurd wekî riyekê ji xwe re hilbijartiye. Mirov hew dikare ji karê wan re bêje îxanet. PDK û malbata Barzanî vekirî dijminatiyê dikin. Bi derfetên di destê xwe de, bi hemû hêza xwe armanc dike ku ji bilî wê tu tevgerên kurd nemînin. Ev diyar e.

Tişta nayê fêmkirin bêdengiya sazî, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd e. Di demeke ku kurd li cîhanê ewqas ketin rojevê de bêdendiya wan nayê famkirin. Ez bixwe fam nakim. Dibe ku ji aliyê raman û şêwaza çareseriya pirsgirêkan de cudabûn hebe. Ev tiştek normal e. Lê gelo dilê wan çawa radigire ku li hemberî hovîtiyeke wisa bêdeng bimînin. Kesên ku ji xwe re bêje zimanzan û li hemberî vê polîtîkaya qirêj bêdeng bimînin ez ê çawa bi dildarî nêzî xebatên wan bibim? Kesên ku li ser navê muzîka kurdî stranan dibêjin, di stranê xwe de navê kurd û kurdistanê tînin ziman, li ser şehîdan stranan qîr dikin heke li hemberî vê îxanet û dijminatiyê bêdeng bimînin ez ê çawa muzîka wan guhdar bikim? Ez ê çawa bi samîmiyeta wan bawer bim? Kesên li ser dîroka Kurdistanê her roj xebatan dikin û pirtûkan dinivîsîn heke vê rewşa kambax nexin rojevê çi qîmeta nivîsandina pirtûkên wan dimîne?

Yekîtîya kurd hesrata hemû kurdan e. Hesreta sedsalan e. Ji bo vê yekê îsal Kurdan li Lozanê xebateke xurt meşandin. Pêşengiya vê xebatê jî ji aliyê KNK’ê ve hate kirin. Endamên KNK’ê li her derê welat bi rojan amadekariya vê xebatê meşandin. Ji bo yekîtiya kurd pêk were û kurd di nav raya giştî de werin naskirin rêzexebat dane pêşiya xwe. Lê nûnerê KNK’ê, li bajarekî  herî mezin ê Kurdistanê ku di bin rêveberiya PDK û malbata Barzaniyan de ye bi êrîşeke çekdarî tê şehîdxistin. Di cihê ku her kurd vê bûyerê şermezar bike de, rayedarên PDK û malbata Barzanî vê bûyerê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Dema tu dibêjî “ev îxanet e” wê demê hinek derdorên şerê taybet dikevin dewrê û dest bi heqaretan dikin. Hinek bi zanebûn dikin ji bo tevlîheviyê bikin lê kesên ku divê bibin wijdanê civakê çawa bêdeng dimînin nayê fêmkirin.

Hunermendên wekî Xêro Ebas, Delîl Dîlanar, Gulîstan Perwer, Nîzametîn Ariç bi salan stranên li ser Kurdistanê gotin. Xêro Ebas bi straneke li ser Komkujiya Enfalê xelat wergirt. Niha ez pir meraq dikim, ev hunermend çi difikirin. Hadê em bêjin kêfa we ji fikrê PKK’ê re nehat, ma qet rêza we li hemberî keç û xortên ku bi bombeyên kîmyewî de şer dikin tune ye?

Qet gotineke we ji bo hembêzkirina wezîrê dewleta tirk û Nêçîrvan-Mesrûr Berzanî re tune ye? Li rojavayê Kurdistan her roj êrîşên qirkirinê rû didin, ENKS’ya ku ji bo van êrîşan tiştekî nake, niha ji ber zêdekirina bûhayê mazotê diçe ber ofîsa neteweyên yekbûyî rêveberiya Rojava protesto dike. Heke navê vê ne îxanet be çi ye? Hûn jî derkevin gotinekê bêjin. Heke ne îxanet be bêjin ‘ne îxanet e’, heke, îxanet be jî bêjin ‘îxanet e’. Ma hûn xwe qet li hemberî vê berpirsiyar hîs nakin? Heman tişt ji bo hemû nivîskar û rewşenbîran jî derbasdar e.

Ew partî û dezgehên ku di bernameyên xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê dikin niha li ku derê ne? Gelo difikirin ku dewleta tirk wê ji wan re bi destê xwe Kurdistanekê ava bike?

Necat Zivingî di parvekirineke xwe de ji bo bertekên hemberî PDK û malbata Berzaniyan wiha dibêje: “Ji 15 salên aboqatiyê ev fêm kir: dewlet zilmê li kê bike, berê rik û xezeba wan tim dide aliyekî din. Ya van xwelîseran jî ev e, dewleta tirko wan dikuje, lê ew ji kurdan nefret dikin, rika partî û serokên kurdan dixin dilê xwe. (…)

Ger aqil hebûya yan jî xêrxwazê vî gelî bûna kurdan ew bikuşta jî heta dijminê diyar û eşkere hebe berê xwe nedidan partî û desthilatên kurdî, rê nedidan provakasyon û pêlîstinên dewletan.” Zivingî bi van gotinan berdevkiya alîgirên PDK û malbata Berzanî dike. (Ev kes di heman demê de li ser dîroka Kurdistanê pirtûkan dinivîse, ango divê heqîqetê bîne ziman lê ew tiştek din dihilbijêre.)

Dibêje her çiqas PDK alîkarî bike dengê xwe nekin, heya hûn qir bibin, piştî ku têk çûn êdî îtîraza xwe bikin. Xwe gelek bi aqil dihesibîne, ewqas bi aqil e ku nizane her gerîlayekî ku heya guleya xwe ya dawî şer dike dikare deh kesên wekî wî ji berîka xwe derbixe bi zanebûna xwe. Zivingî û hevalbendên wî li ser navê ‘bealî’ mayînê zirara herî mezin didin gelê kurd. Heke tu ewqas bêaliyî çima tiştekî ji bo axaftina Elî Ewnî nabêjî? Heke ewqas bêaliyî, her roj PDK û Barzanî ji PKK’ê re dibêjin ‘terorîst’, çima tiştekî ji wan re nabêjî?  Zivingî bila bersiva van pirsan bide. Heke peşmerge bi hevkariya PKK û KCK’ê, bi hevkariya YPG’ê ya bi dagirkeran re hatibûna kuştin dê çi bigota? Dê di rûpelên Rûdawê de çi nivîsîbûna? Mixabin ji ber ku ne wijdan û ne hestên kurdewar man e, nikare bi dilsozî bersiva van pirsan bide. Bi gotin û nivîsên xwe yên ku jehr ji wan dibare bes dijberiya gelê kurd bikin. Di bin navê bêalîtiyê de fermana qirkirina kurdan bes rewa bikin.

Partî û tevgerên siyasî ji bo berjewendiyên xwe dikarin xeta bikin, lê yên ku li hemberî raya giştî pêşiya wan bigire û deriyê îxanetê bigire kesên ku wekî wijdanê civakê têne nasîn in. Ew jî hunermend, rewşenbîr, rihspî, aqilmend û zanyarên civakê ne.

Ew derdor bi helwesta xwe dikarin zemîna yekîtiya civakê jî pêk bînin. Niha kurd di demeke wisa dîrokê re derbas dibin. Ji bo gotina  ‘kurd têk çûn’ careke din neyê gotin, niha kî dikare çi bike divê bike. Ev mesele ne ya tevger û şexsan e. Bi sedhezaran keç û xortên kurd di têkoşîna hemberî hêzên dagirker de xwe feda kirin. Ji bo xatir û rêza hemberî bîranîna wan pêwîst e pêşiya îxanetê were girtin.

Hunermend, sazî û dezgehên civakî, tevger û partiyên siyasî-civakî, akademîsyen, rewşenbîr, saziyên aborî-ekolojîk hemû werin cem hev û helwesteke xurt diyar bikin. Pêwîst e ew pêşengiya gel bikin. Ji her demê zêdetir hêza li hemberî yekîtiya netewî xwe eşkere dike. Wê demê divê derdorên alîgirên yekîtiya netewî jî bi awayekî vekirî helwesta xwe eşkere bikin.