18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Navenda HDP’ê piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî

KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piştî civîna nexşerêya heyama nû daxuyanî da û gotin: “Me encamên pêwîst derxist. Bila gumana kesî ji têkoşîna me ku em ê bi pêş ve bibin tune be.”

Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya heyama nû ango dema bê diyar bikin civîn li dar xistin.

Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi ber bayê bêmoraliyê, çavtirsandinê nekevin. Di rojên pêşiya me de em ê tabloya derketiye holê, hem bi pêkhateyên xwe re hem bi saziyên xwe re û hem jî bi gelê xwe re bi berfirehî binirxînin.”

Dijminê azadî û demokrasiyê ne

Di dewama daxuyaniyê de li ser feraseta desthilatê û hişmendiya wê rawestiyayê û wiha tê gotin: “Em ê encamên pêwîst li ber çavan bigirin. Em ê li dijî vê rejîma dijminatiya ked, aştî, azadî, demokrasî, xweza, ciwan û jinan dike gavek jî paşve neavêjin. Bila tu guman bi kesî re çênebe û helbet em ê têkoşîna xwe bi pêş ve bibin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 
“Em wekî Hevserokên Giştî û Hevberdevkên Giştî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin cem hev û li ser encamên hilbijartinê û xebatên dema pêşiya me, me nirxandin kir.
Li gor vê yekê, 
* Li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî Tevgera Kurd ya Siyasî tê meşandin me bi hev re têkoşîn û berxwedaneke esasî meşand û em dimeşînin. Li gel darbeya bênavber ku li hemberî israra azadiya gelê Kurd tê meşandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û aşkere di hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê Kurd ku li hemberî bêstatubûnê û inkara pergalê, bi daxwaz û têkoşîna xwe ya azadiyê israr dike, li hemberî zulmê tu tawiz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêşiya me de jî esas bigirin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin.
* Her wiha em helwest û sekna gelên Tirkiyeyê silav dikin ku li hemberî desthilata faşîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, dehfik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoşîna civakî ya şoreşger û demokratîk e.
* Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gor van hedefan em bi ser neketin. Lê belê em bang li wan kesan dikin ku li ser encamên sandoqan bandor û diyarkariya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê dinirxînin; Em her tim bi awayekî siyasî pêş ketin û bûne hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin ‘bi aqlê dewletê tevgeriyane’ baş dizanin. Em ê bi înad û israr rola xwe ya têkoşîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û hîn bihêztir bibin pêşengê doza azadiyê.
* Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin.
* Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêş de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aştî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin.  Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faşizmê têkoşîn dide!”