7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li nifûsê lê dan û li qereqolê jî lêgerîna tazî lê ferz kirin

Ceylan Demîr ku li Rihayê ji bo guherandina navnîşana xwe çû Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Halîliyeyê bi îşkenceya polîsan re rû bi rû ma û hat binçavkirin. Demîr, der barê rewşa xwe de axivî û got ku dema binçavkirinê polîsan lêgerîna tazî lê ferz kirine.

Li Rihayê, polîsan îşkence li jina bi navê Ceylan Demîr (36) ku dayika zarokekê ye kir. Bûyera îşkenceyê di 19’ê gulanê de dema ku Demîr ji bo guherandina navnîşana xwe diçe Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Halîliyeyê pêk tê. Li gorî angaştê; Demîr dema ku diçe Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Halîliyê kêra xwe radestî polîsan dike. Lê dema ku dertê û kêra xwe dixwaze polis kêra wê nadinê. Dema ku Demîr li dijî vê rewşê derdikeve polisek jin û zilam heqaret lê dikin û bi awayekî fizîkî êrîşî wê dikin.

Piştre polîs Demîr binçav dikin û dibin Qereqola Polîsan a Sarayonu. Li qereqolê polîs lêgerîna tazî li Demîr ferz dikin. Piştî binçavkirina şevekê duh Demîr sewqî Edliyeya Rihayê hat kirin. Demîr, bi angaştên “Muqavemeta li dijî polîsan” û “Hewldana bi çekê (kêr) bikeve avahiya Midûriyeta Nifûsê” îfade da. Piştî îfadeyê bi daxwaza ku bi şertê kontrola edlî were berdan sewqî Dadgeriya Cezayê ya Silhê hate kirin. Dadgeriyê îfadeyê Demîr girt û bi şertê kontrola edlî ew berda.

Giliya polîsan kir

Piştî berdana xwe Demîr çû nexweşxaneyê û rapora lêdanê girt û li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê polîsên îşkence lê kirin kir. Demîr, der barê serpêhatiya xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Demîr, wiha qala bûyerê kir: “Navnîşana min xelet hatibû nivîsandin û ez jî ji bo were sererastkirin çûm midûriyeta nifûsê. Ji bo ku kirariyên min bên temamkirin çûm nifûsê lê bi sedema ewraqên kêm ez şandim şaredariyê. Ez sê caran ketim midûriyeta nifûsê û derketim. Di her carê de jî ji cîhazê X-Rayê re derbas bûm. Di cara sêyan de dema derbas dibûm, polîsê li wir disekinî xwest ku ez telefona xwe deynim. Li ser min kêrek hebû lewma deng ji cîhaz dihat. Min jî kêr derxist û nîşanî polîs da. Wî jî danî di qaseyê de. Dema karê min qediyayî û derdiketim, min kêra xwe jê xwest. Lê polîsan ji min re gotin; ‘sûc e ku tu vê kêrê li ser xwe digerînî’ û nedan. Min jî got; ‘heke sûc be çima li her deverê tên firotin?’ Li ser vê yekê polîsan heqareta ‘tu kêm aqilî’ kirin. Ji ber vê jî di navbera me de nîqaş derket. Du polîsên zilam û polîseka jin ez xistim odeyekê û li wir li min xistin. Bi taybet jî birin odeya ku kamera lê tune bû û li min xistin. Piştre jî hinek polîs ji qereqolê hatin, ez binçav kirim û birin Qereqola Sarayonuyê.”

‘Ji bo parastinê kêrê li ser xwe digerînim’

Di berdewamê de Demîr, diyar kir ku ji bo xwe biparêze her tim kêrê li ser xwe digerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hewcehî pê dibînim ku li ser xwe kêrê bigerînim. Nîşana xwîşka min xera bûbû û di vê mijarê de meseleyeke me heye. Me ji wê rewşê berpirsyar dibînin. Beriya niha me ji ber vê rewşê gilî kiribû. Polîsekî got; ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin.’ Ez mereq dikim bê ka dema ez ketim gorê dê îfadeyê min çawa bigirin. Lewma min jî li ser xwe kêr gerand. Dewlet, jinan naparêze. Heke dewletê biparasta dê 3 polîsan li min xista. Ez nebawerim ku têm parastin. Heke polîsek gotina ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin’ ji min re bike û îfadeyê negire, wê demê ez neçarim ku edaletê xwe bi xwe pêk bînim. Ji ber ku edalet tune ye.”

Piştî îşkenceyê gef jî lê xwarine

Herî dawî jî Demîr, ev tişt anî ziman: “Dema ez anîm edliyeyê, polîsekî ji min re got; ‘Heke tu ji wan polîsan lêborînê bixwazî dê ev mijar bê girtin.’ Zext li min kirin ku lêborînê bixwazim. Polîsekê din jî ji min re got; ‘Heke dixwazî tu gilî neke. Heke tu giliyê wan bikî û di dozê de bi ser jî bikevî dê tiştek bi wan nebe. Lê tu dê bişewitî.’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Tiştên bi serê min hatin hem îşkenceya derûnî hem jî ya fîzîkî ye. Di dema binçavkirinê de bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Hatim tacîzkirin. Mafê polîsên li midûriyeta nifûsê li min xistin tune ye ku destê xwe biavêjin cihên min ên taybet. Baweriya min a bi edaletê nema ye. Tenê heke hemû jin bên ba hev dikarin dawî li vê zilmê bînin.”