spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên gerîllayan li nexweşxaneyê tên sekinandin

Cenazeyê gerîlayên ku di şerê herêma Bestayê de jiyana xwe ji dest dan 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda teşhîrkirinê ne.

Di 16’ê gulanê de li herêma Bestayê ya Şirnexê di navbera artêşa tirk û gerîllayên HPG’ê de şerekî dijwar derket. Di şer de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin û 5 endamên HPG/YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku cenazeyên 2 gerîllayên YJA Starê û gerîllayêkî HPG’ê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li benda teşhîskirinê ne. Hate diyarkirin ku gerîllayên YJA Starê ji Amedê û gerîllayên HPG’ê jî ji Rihayê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda malbatan e ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin.

Di 19’ê gulanê de jî cenazeyên endamên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) ji hêla malbatên wan ve hatibûn teşhîskirin û definkirin.