17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li parêzerên malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin

Der barê parêzerên malbata Jîna Emînî, ku 54 parêzeran bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn, lêpirsîn hate destpêkirin

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê di encama êşkenceya “Polîsên exlaqê” de hatibû qetilkirin. 54 parêzeran jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn. Parêzeran bi îmzeyên hevpar re diyar kiribûn ku rayedarên hikûmetê derqanûnî tevgeriya ne û ev rewş şermezar kiribûn.

Serdozgeriya Bokanê ji bo îfadeyê bang li 54 parêzaran kir. Di nivîsa serdozgeriyê ya ji parêzeran re hatiye şandin de wiha hat gotin: “Ji bo weşandina wêne, fîlm û nivîsên li dijî parastina rêgezên giştî banga îfadeyê hatiye kirin.”

Her wiha di nivîsê de hatiye gotin ku divê parêzer di nava 5 rojan de îfadeyên xwe bidin û piştre jî dê derkevin pêşberî dadgehê.