2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MA’yê xwe gihand dîmenên nû yên komkujiya malbata Şenyaşar

Ajansa Mezopotamyayê xwe gihand dîmenên nû yên komkujiya ku di sala 2018’an de ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li malbata Şenyaşar hatibû kirin.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê dema xebatên hilbijartinê dikirin, êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi birîndarî xilas bûbûn û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êrîş li nexweşxaneyê jî berdewam kiribû û di encama êrîşa li nexweşxaneyê de Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê hatibûn qetilkirin.

Tevî ku êrîş li pêş kamerayan û li ber çavên hêzên ewlekariyê û rayedarên dewletê hatibû kirin jî hê nehatiye ronîkirin. Li dijî vê rewşê Emîne Şenyaşar û kûrê xwe Ferît Şenyaşar ku niha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye, di 9’ê adara 2021’an de bi daxwaza edaletê û kujer bên cezakirin, dest bi nobeta edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê li welêt û dervayî welet deng veda û têkoşîna edaletê ya malbatê, ji bo hemû kesî bû navnîşana lêgerîna edaletê. Heta ev têkoşîn bû mijara belgefîm û pirtûkan.

Dîmenên nû yên komkujiyê

Duyemîn danişîna doza komkujiya malbata Şenyaşar ku raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêz vê dişopîne, dê di 18’ê tirmehê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş beriya danişînê xwe gihand dîmenên koma lêkolîna cihê bûyerê ya polîsan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku komkujî lê pêk hatibû.

Dîwar ji xwînê sor bûne

Di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek guleyên tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn bi dîwaran ve zeliqiye, qulekî bi qasî mirovek bikare tê re derbas bibe vebûye. Nava odeyê veguheriye gola xwînê. Her wiha qalikên guleyên tifingên êrişkaran li derdorê ne. Bi qasî di dîmenan de tê dîtin dîwarên odeyê ji xwînê sor bûne.

Di dimênan de tîmên lêkolîna cihê kar, gule û tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn tespît dikin û xuya dibe ku pacên nexweşxaneyê şikestine. Camên odeya kamerayên ewlekariyê bi kevirên parkeyê hatine şikandin, serwer hatine hilgirtin, qablo hatine jêkirin an jî hatine kişandin.