21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê kî hesabê dîlgirtina 13 mehan a rojnamegeran bide

Çima rojnamegerên kurd di destpêka binçavkirina rojnamegeran de ew nebirin pêşberî dadgehê? Çima ew sal û mehekê bê dadgeh di girtîgehê de hiştin? Wê kî hesabê vê neheqiyê bide?

Di meha hezîrana 2022’an de hêzên dewletê operasyonek li dijî rojnamegerên kurd pêk anî û di encamê de 22 kes girtin bin çavan ji wan 18 rojnameger xistin bin çavan û paşê jî 16 rojnameger dîl girtin û şandin girtîgehê.

Ev rojnameger 13 mehan li Amedê di girtîgehê de man û piştî 13 mehan nû ew anîn pêşberî dadgehê. Di 11 tîrmehê de danişîna doza rojnamegeran dest pê kir û 2 rojan berdewam kir.

Rojnamegeran di van herdu rojan parastina xwe kir û bi helwest û sekneke serbilind derketin pêşberî dadgehê. Ya rast wekî ku hin rojnamegeran jî di parastina xwe de anî ziman di vê danişînê de dadgeh dihate darizandin ne hevalên rojnameger.

Hemû tewanbariyên ku li rojnamegeran dihatin kirin girêdayî kar û xebatên wan ên rojnamegeriyê bûn û ji derveyî karê ku kirine tu tiştekî ku bikaribin li dijî wan bikarbînin tune bû. Lê wekî hemû dozên din ên li dijî kurdan tewanbariyê amade bi dosyaya wan ve pîne kirin û gotin: “ Ji endamtiya rêxistinê tên dadgehkirin”.

Çima di destpêka binçavkirina rojnamegeran de ew nebirin pêşberî dadgehê? Çima ew sal û mehekê bê dadgeh di girtîgehê de hiştin? Çima ew di danişîna pêşî ya dadgehê de hatin berdan?

Mirov dikare gelek pirsên din jî lê zêde bike û dikare gelek sedemên girtina wan rojnamegeran rêz bike. Lê sedema bingehîn ew e ku wan rojnamegeran ne li gorî daxwaza dilê desthilatdariyê tevdigeriyan.

Rojnamegeran li gorî rojeva heyî û li gorî heqîqeta ku pê bawerin nûçe û analîzên xwe çêdikirin. Heqîqeta rewşa heyî û anîna wan a rojevê jî ne bi dilê desthilatê bû.

Lê bi kurt û kurmanciya gewr mirov dikare bersiva van pirsan tevan bi yek hevokekê bide. Tiştê aşkera, zelal û li ber çavan ew e ku bê hiqûqiyeke mezin hatiye kirin. Zilm û zordariyeke mezin li van kesan hatiye kirin û ew 13 mehan ji azadiya wan bêpar kirine û rengekî derhiqûqî ew dîl girtine.

Lê pirsa ku bê bersiv jî dimîne wê kî hesabê vê bêhiqûqî û zilma li dijî van rojnamegeran hatiye kirin, bide?

Wê hesabê 13 meh rondikên çavên dayikên wan bide? Wê hesabê 13 meh mehrûmkirina wan ji dîtin û hembêzkirina zarokên wan bide?

Wê hesabê 13 mehan ji bendewarî û çavdêriya hevjîn, xuş, bira û malbatên wan bide?

Mixabin li gorî rewşa siyasî û atmosfera giştî ya ku ev welat tê de derbas dibe bersiva vê pirsê jî heye. Wê berivê her kes dizane ku dê tu kesek hesabê vê zilm û zordariyê nede. Lê bersiva ku li gorî edalet û hiqûqê ye diviyabû hesabê destserkirina azadiya van rojnamegeran bihata dayîn. Lê mixabin di van şert û mercan de tiştekî wiha ne pêkane.

Lê bersiva herî hêja û herî zelal bersiva rojnamegerên girtî bû. Rojnamegeran hem di parstina xwe ya li pêşberî dadger û hem di kêlîka pêşî ya piştî serbestberdana xwe de peyameke aşkera û zelal dan dost û dijminan. Rojnamegeran bi yek helwest û yek biryarê û bi biryardarî gotin: Em ê karê xwe yê rojnamegeriyê ji cihê ku mabû berdewam bikin. Em ê tucaran li dijî bêrêtî û neheqiyan bêdeng nemînin û Em ê ala ku Apê Mûsa û hemû şehîdên çapemeniya azad ji me re hiştine li erdê nehêlin.