spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hindistan û Pakistanê ji ber barana zêde 191 kes mirin

Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber baranên musonê ku encamê de lehî rabûn û herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di rojên dawî de ji ber baranên musonê li gelek deverên herêmên bakurê Hindistanê lehî rabûn. Hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dayîn 100 kes derbas kir. Hikûmeta Eyaleta Hîmaçal Pradeşê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku herî kêm 88 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Ji ber lehiyan rê xerab bûn û pir jî herifîn. Hat zanîn ku herî kêm 170 mal hilweşiyan û ziyaneke mezin gihişt 600 malan jî. Ji 8’ê tîrmehê heta niha zêdetirî 300 kesên asê mabûn ku piraniya wan turîst in, bi rêya helîkopteran hatin rizgarkirin.

Li Uttar Pradeşê 12 kesan jiyana xwe ji dest da

Berdevkê Hikûmeta Eyaleta Uttar Pradeşê Shishir Singh jî da zanîn ku ji ber baranên zêde heta niha li eyaleta wan 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran got ku di heman demê de li paytext Delhiya Nû’yê kesekî û li herêma Cammu Keşmîrê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber baranên musonê, Çemê Yamunayê rabû û gelek jîngeh di bin avê de man. Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Eyaleta Delhiya Nû Arvînd Kejriwal, rêjeya ava çem şevê din derket asta herî bilind a 40 salên dawî. Nêzî 30 hezar kes li kampên demkî hatin veguhestin û hinek dibistan jî ji bo welatiyên ji lehiyan bibandor bûn hatin vekirin. Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Hindustan Times’ê; li paytextê pirsgirêka ava vexwarinê dest pê kiriye. Kejriwal, anî ziman ku ji ber rabûna Çemê Yamunayê, her sê tesîsên dawerîna avê yên bajar hatine sekinandin. Fikar ew e ku di rojên pêş de ava çendek herêmên bajar bên qutkirin.

Yek ji welatên ku baranên musonê lê bibandor jî Pakistan e. Ajansa Rêveberiya Neteweyî ya Pakistanê da zanîn ku di encama baranên musonê yên di navbera 25’ê hezîranê û 12’ê tîrmehê de li seranserî welat herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dan û 151 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber baranên zêde heta niha zirar gihiştiye 99 malan.

Li gorî nûçeya di rojnameya Dawnê de; Çemê Sutlej ê li herêma Kasur a Pencapê rabû û 15 gund ji lehiyê bibandor bûn. Rayedaran da zanîn ku ji gundên lehî lê rabûn bi giştî 11 hezar kes li herêmên biewle hatine veguhestin. Di heman demê de li 4 gundan jî ceyran hatin birîn. Rabûna Çemê Chenabê lşi herêma Jhang a Pencapê bandor li 40 gundan kir. Li dijî talûkeya lehiyan, rayedaran xelkê herêmê hişyar kir.