9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza Yanardag wê di 4’ê cotmehê de bê lidarxistin

Îdîanameya doza Merdan Yanardag, yê ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû û di 27’ê hezîranê de hatibû girtin, hate qebûlkirin

Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Yanardag, di 27’ê hezîranê de hate binçavkirin û girtin. Îdianameya têkildarî Yanardag hate qebûlkirin. Di îdianameyê de Yanardag bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” hate tawanbarkirin. Îdianame, ji hêla 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya Yanardag bidome û danişîna dozê di 4’ê cotmehê de bê lidarxistin.