2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbest û Şi’r

Nivîskar û rewşenbîrên bi xwe ne bawer, ên kêslan, dilbijok û sist, di demên dawî de ji dêvla peyva helbestê peyva “şi’r”ê bi kar tînin.   

Peyva “helbest”ê di salên 1990î  de di nav rewşenbîrî û civaka kurdan de pêş ket. Ev peyv ewqasî pêş ket ku gelek dê û bavan navên keçikên xwe kirin “Helbest”. Bi rastî jî navê “Helbest”ê navekî estetîk, navekî biekl û bi teql e. Lê belê nivîskar û rewşenbîrên bi xwe ne bawer, ên kêslan, dilbijok û sist, di demên dawî de ji dêvla peyva helbestê peyva “şi’r”ê bi kar tînin.

Mommsen di pirtûka xwe “Dîroka Romayê” de dibêje:

“Romayiyan ji helbestê fam nedikir, ew tiştekî hêja nedihesibandin ku pê mijûl bibûna. Helbest dikirin karê jin û zarokan. Ewqasî qîmet nedidan helbestê ku di zimanê wan de peyveke bihata wateya helbestê jî tune bû.”

Di kurdî de ev peyv heye, ev peyv “HELBEST” e. Lê nivîskarên bêkêr vê peyvê davêjin û xwe bi “şi’r”a biyanî dikin zilam, dikin“şa’ir”!?

Dilbijandina serdestan! Ya star!

Rewşenbîriya bindestan divê li ser binyad û bingeha xwe ava bibe, ne li ser a serdestan. Dîwarê serdestan, ê ku bindest xwe dispêrinê, dîwarekî xerabe ye. Rewşenbîriya kurdan, wek pezê ku bixwaze gur di hawarê wî de were, hêviyê ji serdestan dike, çi aqil!?

Ev derûnî, di peyva şi’rê de xwe dide der. Ev peyv delîlê derûniyeke qels e. Di vir de mesele ne peyva helbestê ya jî peyva şi’rê ye, mesele psîkolojiya bindestiyê ye. Heke peyva helbestê ya serdestan bûya, û ya şi’rê jî a bindestan bûya, wê îcar rewşenbîrên bindest xwe çeng bikira ser peyva helbestê. Ji vê derûniyê, tunebûn çêdibe, ne hebûn… Bi vê derûniyê helbestên baş nayên nivîsandin, kesayeta xerabe çêdibe…

*

Şi’r (şiir), peyveke erebî ye, di farisî û tirkî de jî tê bikaranîn. Di Qur’anê de bi navê “Şu’era” (helbestkar-an) sûreyek jî heye. Armanca vê sûreyê ew e ku bipeyitîne Hz. Muhemmed pêxember e, ne helbestkar e. Di demê de bêbextî li Muhemmed kirine ku ew ne pêxember e, ew helbestkarek e. Li ser vê gengeşiyê ev sûre daketiye ji hêla Xwedê ve. Helbest tiştekî nazenîn e, zimanê Xwedê ye. Peyva şi’rê peyveke olî ye, peyveke ji “Qur’an”ê ye. Ev yek dike ku mirov xwe bispêre vê peyvê; ji ber ku ev, peyveke bingehsaz e, peyveke desthilatdar e.

Peyva şi’rê di civaka kurdan de jî tê gotin, dikare bê gotin. Peyveke biyanî dikare di zimanê miletekî din de jî cî bigire û mirov dikare pê bipeyive; ev normal e, tişt pê nayê. Ne rast e ku mirov peyveke di zimanê wî de bicîbûyî, ji bo ku ew peyv biyanî ye ji zimanê xwe derxe. Dibe ku şi’r di kurdî de jî hebe û pê were axaftin jî, ev ne pirsgirêk e. Lê heke peyva şi’rê ji peyvbûnê derketibe û bûbe derûniyek, bûbe sermezinatiyek, bûbe kompleksek, bûbe xwe-biçûk-dîtinek, bûbe ji-xwe-biyanîbûnek ev êdî ne normal e, tiştekî pir xerab e, nexweşiya serdestiyê ye.

*

Resenî her tim xweştir e, ontolojîktir e, lê heke mirov li ser navê reseniyê nijadperestiyê bike ne rast e. Alav û amûrên kurdan giş ne pîroz in helbet, peyva helbestê jî ne pîroz e, miletên din jî tiştên wan ên xweş û hêja hene, lê belê heke tiştekî mirov hebe (ango helbesta kurdan hebe) û mirov wî tiştî bi tiştên serdestan (ango bi şi’ra serdestan) biguherîne û a xwe kirêt bihesibîne, vêya nabe rewşenbîrî, dibe kesayeta genî, dibe cahiltî, dibe giyayê tehl ê hewşê.

Dilbijoktî, dawiya wê digihêje hêsîrtiyê, nagihêje azadiyê. Rewşenbîriya kurdan bi dilbijoktiyê nikare tu huner û wêjeyê ava bike.

Vê gavê beşeke rewşenbîriya kurdan peyva xwe ya helbestê avêtiye û bi şi’ra ereb, faris û tirkan girtiye, ango bi peyva serdestên xwe girtiye. Pê girtiye  ku bibe zane, bibe qedirbilind, bibe gibgibe. Nivîskarên kurd “kewê xwe bi serdestan difirînin”, vêya bi wan xweş tê, bi vî awayî xwe elît û arîstokrat û girîng dihesibînin lê ev têkçûn e, biçûkbûn e. Mirovê ku siwarê hespê xelkê be, ango siwarê şi’rê be, wê her tim peya be. Nivîskarên bindest dixwazin bi alav û amûrên serdestan hebûna xwe şêrîn bikin lê nizanin ew alav û amûr hebûna wan jehrî dikin.

*

Her peyv bîr û bibîrxistineke wê heye. Peyva helbestê azadî ye, wekhevî ye, nûjenî ye, hevaltî ye, fedakarî ye, şoreş e, demokrasî ye, evîn e, xwezaparêzî ye, miletperwerî ye. Lê peyva şi’rê qesra padîşahan e, Nedîm e, Baqî ye, şelafî ye, qalib e, hengame ye, kawiktî ye, xulamtî ye, egoîzm e, tengbûn e, bindestî ye, desthilatdarî ye, monarşî ye.

Ji kurdan re “helbestkar” pêwîst in, ne “şa’ir”. Ger şa’ir bin jixwe wa ye di nav serdestên kurdan tirk, faris û ereban de şa’ir pir in.