30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Desthilat dixwaze 14’ê Tîrmehê bide jibîrkirin’

Rêveberê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş, diyar kir ku desthilat dixwaze berxwedana 14’ê Tîrmehê bide jibîrkirin û li navenda çandê ku li zindana Amedê ava bike li ser xwîna şehîdan lotik bên avêtin.

Di 12’ê Îlona 1980’yî de bi pêşengiya Kenan Evren li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk hat. Bi vê darbeyê hat armanckirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê bên tasfiyekirin. Di vê çarçoveyê de bi hezaran şoreşger di vê pêvajoyê de hatin girtin û di îşkenceyên giran re hatin derbaskirin. Weke ku hatibû armanckirin tevgerên çepgir ên tirk darbeyên giran xwarin û ji hev belav bûn. Heta îro jî ev tevger negihîştine hêza xwe ya beriya darbeyê. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Zindana Amedê, bi berxwedaneke dîrokî vê armancê vala derxist.

Destpêkê Mazlûm Dogan roja 21’ê Adara 1982’yan agirê berî laşe xwe da û Newrozê pîroz kir û bi vê çalakiya xwe serî li dijî zilma mezin a li Zindana Amedê rakir. Du meh piştî Mazlûm Dogan; Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner, Mahmût Zengîn jî di heman şevê de bi laşe xwe agirê ku Mazlûm dada bû geş kirin û bi vê çalakiya xwe weke “Şeva Çaran” derbasî dîrokê bûn.

14’ê Tîrmehê vîn da avakirin

Piştî diyarkirina vê xetê êdî dor hatibû çalakiya mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an. Mehmet Hayrî Dûrmûş, li dadgehê vê çalakiyê ragihand û rûyê berxwedêr ê Tegera Azadiyê piştî Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner, Mahmût Zengîn careke din li Zindana Amedê nîşan da. Di encama vê çalakiya biheybet de Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, , Alî Çîçek û Akîf Yilmaz canê xwe di oxira azadiya gelê kurd de feda kirin û mohra xwe li dîrokê xistin.

Rêveberê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş ku wê demê şahidiya vê berxwedanê kir, ji rojnameya me re axivî û şahidiya xwe ya van roja anî ziman. Di destpêka axaftina xwe de Huseyîn Bariş, diyar kir ku ew li Zindana Amedê bi gelek îşkenceyan re rû bi rû mane û wiha got: “Dema ku em dibêjin 14’ê Tîrmehê, divê bê zanîn ku bingeheke esasî ya nayê hejandin û şikandin daye avakirin. Vîn, bawerî û biryardariyeke xurt da çêkirin.”

Çavkaniya cesaretê

Bariş, destnîşan kir ku ji ber dijderketina pergala faşîşt ku li wan hatiye ferzkirin gelek îşkence li wan hatiye kirin û ev tişt got: “Mafê me yê ku me xwe biparastina tune bû. Ji ber vê yekê me bi rojiya mirinê canê xwe dabû fedakirin. Girîngiya 14’ê Tîrmehê jî ew e ku têkoşîna lehengên wê îro gihiştiyê vê astê. Tişta ku rast be, li bingeke zexm hatibe avakirin, tu baweriyê bidiyê, tu bikaribî xwe biparêzî wê herkes xwe lê bigire. Ev tevgera heyî bi vî awayî mezin bû. Dema ku mirov bi vî awayî bê rêxistinkirin wê derdor hemû ji vê bingehê cesaret bigire.”

Bariş, bi bîr xist ku wê demê hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê derûnî ve tundiyeke mezin li wan hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Carinan hemû ferdên malbatê didan girtin û wan di îşkenceyê re derbas dikirin û wan ber didan. Pergala faşist jî li gora wê demê polîtîkayên xwe dida meşandin. Politikaya ku dihat meşandin jî ji bo xistina civakê bû.”

Dixwazin bidin jibîrkirin

Di berdewama axaftina xwe de Bariş, bal kişand ser mudaxaleya ku ji aliyê AKP’ê ve di bin navên cuda de li Zindana Amedê tê kirin û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Her tişt di usûla xwe de tê avakirin. Zindaneke weke ya Amedê gelek bedelên giran dane. Di wê zindanê de nêzîkî 60 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Piştre jî di sala 2006’an de 10 kesên dinê jî qetil kirin. Niha li ser dîwarên girtîgehê portreyên faşîzmê hene. Hîtler jî li Almanya firinan da çêkirin û cihûyan têde şewitand. Ji ber ku muzeyên vê hovîtiyê hene û ji alemê re vekirî ne, mirovahî îro vê şermezar dike. Divê ku ev jî ji herkesî re vekirî be. Bi taybetî di wan her çar salên pêşî de wehşeteke hovane hate kirin. Komkujî û bêexlaqiyeke mezin hat kirin. Tiştek derveyî mirovahiyê bû wan îşkenceyên ku li hevalên me dihatin kirin. Ev tişt di dunyayê de sûceke herî mezin e. Ji hêla wehşeteke lê hatiye kirin ve em dikarin bibêjin di dunyayê de ev zindana yekemîn ango duyemîn e. Ev tişt di dîroka mirovahiyê de nehatiye kirin. Ji ber van kiryarên ku hatine kirin em muzeyeke bi vî rengî dixwazin. Armanca wan ew e ku li ser xwîna şehîdan lotikan biavêjin. Ev tişt ne bi riza hemû civakê ye.”

Xetereya ji bo nifşên pêşerojê

Di dawiya axaftina xwe de Bariş, ev tişt anî ziman: “Armanca wan ew e ku girtîgê biguherînin navendeke çandê û ji hişê civakê bidin jibîrkirin. Bi yek derbeyê dema mirov dibêje Amed Girtîha Tîpa E’yê ya hejmara 5’an tê ber çevê mirov. Dibe ku îro em ev tişt zanibin lê ji bo nifşê me yên pêş ev tişt xetere ye. Ew ê biçin ser xwîna pêşiyên xwe lotikan biavêjin.”