spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hespê spî

Selahattin Çam   

Hespê wî yê spî bi nav û deng bû. Di nav gundê şên de yê ku ev hesp nas nedikirin qet tune bûn. Ji zarokên heft salî bigire heta kal û pîrên diranketî, hinerên hesp û siwarê wî li ezber zanibûn. Carnan bi çargavî, carnan jî zora xwe didan ser lingên xwe yên paşîn û radibûn serçembilan. Hespê spî mîna guleyê ku ji tifinga modeliyê derkeve diçûn. Û siwarê hespê, li ser pişta wî radibû piyan û li derodora xwe dinêriya û halan di xwe hildidan.

Hevjîna wî xaltîka Xemşê qala xwe û wî dikir: Ev niha kamiliya wî ye. Cahilî û xortaniya wî we nedî. Bi heft werîsan nedihat girtin. Ez hêj dozdeh salî bûm. Ez û keçikên taxa me dana sibê em diçûn dibistanê. Danê êvarê em diçûn ber kar û berxan. Em keç bi pêncok û malokan dilîstin. Ew jî bi hevalên xwe ve dihatin li derodora me digeriyan. Bi hev re gulaş û kelebotî dikirin. Ji şiv û darikan hesp çêdikirin û mîna teyran bi hewa diketin. Dixwestin bala me keçikan bikişînin ser xwe. Di nav wan de yê herî ber bi çav ew bû. Min xwe bi xwe digot; “Ev ê min e.” Hal û hereketê wî ez ber bi xwe ve dikişandim. Lê tenê min ji xwe re digotin. Eyb û şerm bû keçeke wek min çav berde sengelekî wiha. Bala min tim li ser wî bû. Bi kesê re parvekirin li wê bihêle, ez ditirsam bi xwe re jî par ve bikim. Dema ez diketim nav cih bi serê xwe dimam jî ez newêrabûm bikevim nav xewn û xeyalan. Dem derbas dibû û em jî êdî mezûn dibûn.

Ew bûbû şivanê pez, ez jî tevî bûkên malê bûbûm, bûm bêrîvan. Pezê me û wan bûbûn keriyeke qerase û ew jî şivan bû. Dîsa ew bi werîsan nedihat zeft kirin. Navarojan pez li Binê Tihokan li mexel dihişt û Hespê spî di binî de bi bayê re diket pêşbaziyê. Heta ku pez ji mexel radibû, serîkî wî li Zuxrê Embarê, serîkî wî li Mexerê bû. Diya wî ya rehmetî xaltîka Sozdê digot: “Kurê min! Hinek bîna xwe berde, ev çi halê te ye. Tê xwe bikujî law, law!”

Wî lê vedigerand:

‘’Dayê can! Qey ez hatime dinê ku razim. Dema min a herî xweş beza hespê ye.’’   

Şivaniya wî jî bi xax û sosret bû. Rojek yekê bi ser mala xaltîka Sozê de digirt digot: “Pez berdaye rezê me û xesareke mezin dayiye me.’’  Rojeke din yekê ber derî ji xaltîka Sozdê digirtin, gilî û gazinc dikirin û digot: “Pez kiriye zeviya me û ceh û genimê me edem kiriye.’’ Werhasil vê rebena dê ji destê wî ketibû emanê. Bi rastî van hal û hereketên wî yên derî edetê bi min jî xweş bûn. Ew êdî xorteke çeleng û ez jî keçeke xama ya berbext bûm. De adeta gund bû, dema qîz dihatin berbext xwazganiyan deriyê mala bavê keçan dikutandin. Êdî xwazgîniyên min jî qorek radibûn, qorek rûdinişt. Ez û bûka malê Reyhan bi çêkirina qehwê re nedigihîştin.

Şeveke zivistana sar û dirêj dîsa deriyê mala bavê min lê ket. Bavê min bang li diya min kir: “Rabe hurmet! Mêvanên te yên xêrê hatin.’’ Di vî gundî de adet bû. Mêr û jinan navê hevjînê/a xwe nedigotin. jinan digotin wî, mêran digotin wê. Carnan jî diya zarokan, an bavê zarokan. Ji jinan re kevaniya malê, ji mêran re jî malxwoy malê. Diya min, mêvanê xêrê got û bi derî de baz da. Di derî re rehmetiya xwesuwa min xaltîka Sozdê, mîna peykerê Afrodîtê bi serbilindî û şanazî ket hundir. Li dû wê ap û xalê wî hatin li ser doşekan bi cih bûn. Ez û Reyhan ji bo çêkirina qehwê bi bezê çûn mitbexê. Heta em hatin oda mêvanan, behsa qîzxwestinê nekiribûn. Mîna ku bixwazin li cem min vê mijarê vekin. ta Sozê qirika xwe çêkir û dest bi axaftinê kir: “Em ji bo karekî bi xêrê hatine. Em keça we Xemşê ji kurê xwe Şêxsiwar re dixwazin.” Beriya bavê min rehmetiya diya min: ‘’Cîrana me ya ezîz! Tu jî zanî em qedrê mala xwe û palasa xwe zanin. Em jî mervantiya we dixwazin. Lê divê yên ku emrê xwe bi hev re bibuhirînin hev biecibînin, biryar biryara keça me ye. Kal û pîrên me bêsedem negotine; zewaca bêdil, ezabê qebrê ye. Heke bi dilê keça me be.” Bavê min jî serê xwe bir û anî, gotina diya min tesdîq kir. xaltîka Sozdê bi gotina;  “Ê de baş e! Hûn bi keça me re biaxivin, ecela me tune ye. Çend roj paşê em ê dîsa bên mêvaniya we. Em dev ji we û bûka xwe bernadin” û xatir ji me xwestin.

Ez û diya xwe rojek li malê tenê bûn. Bûka me zarokên xwe girtibûn û çûbûn mala bavê xwe. Rehmetiya diya min ez dam beramberî xwe û got: “Keça min a delal, berxika diya xwe tu çi dibêjî? Mala Sozê, her du lingên me kirine ferek solê. Li benda cewaba me ne. Em naxwazin bê dilê te û bê biryara te cewaba wan bidin. Tu çawan bixwazî wek te. Bila her tişt bi dilê te be.’’ Êdî ji min dihat xwestin ku ez bibêjim erê yan na! Bi rastî dilê min jê re hebû. Herçendî delodîn bû jî hal û hereketî wî bi min xweş bûn. Lê min şerm kir, serê xwe çemand û li ber xwe nêrî. Diya min: “Keça min wî! Qey tu ji min şerm dikî? Bêje keça min! A dilê xwe bêje.” Bi dengekî nizim, dayê tu zanî min got. Wê tê derxist ku dilê min heye. Bi ken got: “Min tu dayê û çû. Şad û bextewar be, her dem û dewran.”

Bi dawet û şahî, bi usûla gundê xwe em zewicîn. Tiştê wî yê ku bi min ecêb dihatin bengiya wî ya Hespê spî bû. Di şeva me ya ewil de hinerê xwe nîşanî min da. Piştî ku ew karê me qediya, destûr ji min xwest. Li hespê xwe yê spî siwar bû û bezand. Dengê lingê hespê wî ode bi ser min ve dianiya. Ew şev heta şefeqa sibê ez mam li benda wî. Li aliyek xof û tirs li aliyê din jî ez ketibûm meraq û metêlan. Di destê sibê de hat. Taştê xwar nexwar bi lez û bez pez ji hewşê derxist. Pez di pêşiya wî de nig da hespê û ber bi Tehta Pehn de lezand. Tiştê wî yê baş li pez miqatebû. Êdî mîna berê bêxwedî nedihiştin û kesê ber derî ji xaltîka Sozdê nedigitin. Şivaniya wî baş bû û çovê wî li pez dihatin. Pezê xelkê jan diketinê û bi keriyan dimiran. Ê me ne bi janê diketin û ne jî guran ew qir dikirin. Qusûrê wî ew bû rihetiya canê xwe nizanibû. Li şûna bênhvedanê li ser hespê û li bezê bû.

Rehmetiya xwesuwa min xaltîka Sozê qala zarokatiya wî dikir: ‘’ Biçûkatiya wî jî wiha bi xax û ecêb bû. Bi şev û roj erdê tebatî nedidanê. Her daîm li kuçan bû. Li dû kevok, şamî, mirişkan, se û pisîkan bû. Wey! Keça min te digot qey agir di qûna wî de ye. Dema ku ji se û pisîkan bi dûr diketin, îcar çovek digirt û lê siwar dibû, bi saetan dibezandin. Heta hişê wî ji serê wî diçû di nav kuçan de, direviya.’’

Dinyaya wî hespê wî bû. Bê nan û av debar dikir lê bê hesp nikaribû bijî. Hespê wî jî divê spî bûya. Hespê dinan nedixwestin. Hespê wî nedihatin firotin, heta mirinê qehrê wî dikişandin. Hespê wî dimiran nedimiran li hespekî din digeriya. Ev hesp jî gere dîsa spî bûya. Hespê dawî ê dehemîn bû. Ew bi hespê xwe dihatin nasîn. Navê wî yê rastîn hatibûn jibîrkirin. Ew xwediyê Hespê spî yan jî siwarê Hespê spî bû.’’

Meta Xemşê çîroka xwe û siwarê Hespê spî qedand; bi awirekî tûj li jinên hevalê xwe nêrî. Heval û cîranên wê jî bi vê ravekirin û serboriya pir kêfxweş bûn. Bi dengekî coş gotin: “Sihetxweş! Em hêvîdar in, heta dawiya emrê xwe şad û bextewar bin.” Jinan hêj xatir ji xwediya malê nexwestibûn, ji Binê Qiyamê qîrînek bilind bû. ‘’Gelî gundiyan! Guhdar bin. Siwarê Hespê spî ji Kevirê Hûso de ketiye, birîndar e. Birîna wî pir giran e!’’  Vê gazî û hawarê çizînî ji dilê meta Xemşê anî. Ji mal derket û ber bi Kevirê Hûso de baz da. Ew li pêşiyê û tevahiya gund jî li dû wê. Gazîn û hela hela girseyê erd û ezman tije dikirin; dar û devî dihejandin. Dema ku hawarî gihaşt diyarê Kevirê Hûso, roj bi ser çiyayê Etwan ve diçûn ava. Hespê spî li diyar serê xwe bilind kiribû, mîna li bendê hewariyê be. Derodor raçav dikir. Xemşê bihêt bi ser de çû û qîriya: ‘’Bêxwedî! Ka siwarê te. Mirov wiha dike. Xwediyê xwe hevalê xwe  dikuje?” Hesp wek fam bike. Serê xwe berda ber xwe û li jêr nêrî. Hesp li cihê wî hişt û ji jor da, li binê zinar mêze kir. Siwarê Hespê spî li ser tehtê dirêjkirî û çavên wî vekirî bûn. Mîna li hêviya yekê be. Werg li jor dinêriya. Meta Xemşê bi hêt xwe ji diyar de berda jêr.  Mîna qertelê ku çêlikên xwe ji mar biparêze, xwe avêt ser laşê Şêxsiwar ê bê rih û can.

Dema tarî ketibû ser Zuxirê Embarê, gundiyan laşê herduyan girtibûn û ber bi gund ve giran giran dimeşiyan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê