17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vartavar, remza xelasiya mirovatiyê ye

Hasan Yalçin

Li gorî Peymana Kevn, Xwedê ji ber xerabiyên mirovan yê li ser rûyê erdê, xwest ku koka mirovatiyê ji holê rake û xwest tofaneke mezin bişîne ser rûyê erdê. Di nav nifşê mirovatiyê de ji ber ku tenê Pêxember Nûh, mirovekî qenc û durist bû, Xwedê bi rêya çêkirina keştiyekê xwest ku wî, malbata wî û ji her cûreyên zindî û nebatan cotekî xelas bike.

Piştî çêkirina keştiyê çil roj û çil şev li ser rûyê erdê baran bariya, kanî û avzemên li ser rûyê erdê wek lehiyê teqiyan û hemû erd di bin avê de ma. Ji xeynî zindiyên ku di keştiyê de bi cîh bûn, hemû zindî tune bûn. Keştî, qasî pênc mehan li ser avê ma û di meha heftemîn û roja hivdemîn de li ser çiyayên Araratê rawestiya. Bi firîna kevokekê û piştî vegerê, di niklê wê de guliyê dara zeytûnê, mizginiya jiyan û aramiyê gihaşt ber destê Pêxember Nûh.

Li gorî Peymana Kevn

Dema ku erd bi giştî zûha bû Pêxember Nûh, malbata wî û hemû zindî ji keştiyê daketin û cara dawî ji asîmanên jor baran li ser wan bariya. Li gorî Peymana Kevn, gava ku ev barana dawî bariya li asîman keskesor xuya bû û Xweda ev keskesor, di navbera xwe û mirovatiyê de kir remzek û ji Nûh pêxember re wiha got;

“ Heta cîhan hebe

Çandin û çinîna zad/zevî

Germ û sar

Havîn û zivistan

Şev û roj wê her tim hebe”

Ji bilî Peymana Kevn, bobelata Tofanê di destana Gilgamêş ya Somerî de û di Qur’anê de jî bi awayekî balkêş û cuda cîh girt. Li gor tabletên Somera yê kifşkirî, Qralê Ûrûkê Gilgamêş, piştî mirina hevalbendê xwe Enkîdû dikeve nava xof û tirsekê û vê rêyê li ber Gilgamêş vedike ku li pê dermanê bêmirinê bikeve. Gilgamêş, piştî rêyên zor û zehmet xwe digihîne Ûtanapîştîm’ê ku ji tofanê xelas bûye. Li wir çîroka tofanê ji wî guhdar dike û bi giyayekî ku dawiyê ji dest wî difilite, vedigere welatê xwe.

Di heman demê de di Qur’anê de jî qala tofanê tê kirin û dibêje ku piştî av kêm dibe, erd zûha dibe, keştî li ser axa pîroz ya Cûdî radiweste û hemû mirovatî ji nifşê Pêxember Nûh dîsa li ser rûyê erdê belav dibin.

Xelasiya ji Tofanê

Belê van çîrok û vegotinên derheqê Tofanê de her çiqas ku di hinek mijaran de ji hev cuda be jî di encamê de mijarek hevpar derdixîne holê. Ew jî piştî tofanê xelasiya bi mûcîze ya mirovatiyê ye. Lewra Tofana ku li ser rûyê erdê rû da, hemû zindî ji kokê rakirin. Lê keştiya Nûh, bû xelasiya jiyanê. Bi Nûh û malbata wî re jiyan dîsa li ser rûyê erdê tov da, nirxên mirovatiyê pêl bi pêl li ser vê xaka pîroz dîsa berbelav bû û ev bobelat her dem di mêjû û bîra mirovatiyê de ji xwe re bi cîh dît. Tevî ku ewqas sal derbas bûye jî di nav gelên Aryen û Samî yê Rojhilata Navîn de weke roja şadûmanî û xelasiyê heta niha bi awayekî cejn û mîhrîcanê tê pîroz kirin.

Ji van cejnan ya ku heta niha di Rojhilata Navîn de tê pîroz kirin, Cejna Vartavarê ye. Ku em niha di hefteya vê cejnê de ye. Ev cejn, ji ber ku Pêxember Nûh gava ji keştiyê derdikeve û cara dawî baran li ser wan dibare û jiyan ji nûh ve destpêdike, tê pîroz kirin. Ermeniyên ku li Ermenîstan û Kurdîstanê dijî, ji berî serdema Xristiyaniyê heta niha di her salvegera vê rojê de pîrozbahiya vê cejnê dikin. Piştî qebûl kirina Xristiyaniyê, cejna Vartavarê di nav vê olê de jî ji xwe re cî dibîne û wekî guhertina sûretê Îsa tê hebandin û daberandin.

Cejna reşandina avê

Vartavar (վարդավառ), ji peyva “vart”ê tê û di zimanê Hitîtan de tê wateya “reşandina avê”.  Di zimanê Ermenkî de “vart” bi wateya xwe “gul” e. Ji ber wê di nav Ermeniyan de Vartavar, wek “Cejna Gulê” jî tê bilêvkirin. Di vê rojê de ji bo bîranîna baranê, mirov di destê xwe teşt û sîtil û hwd,. li her derê avê direşîne hevdû, bi awayekî şahî û xweşî hevdû şil dikin.

Piştî qirkirina di serê sedsala 20’emîn qewimî de hişt ku vê cejnê di nav civakê de jibîr bibin. Lê hîn jî ev cejn weke cejneke qedîm, di nav çanda welatê me de her heye û weke Xweda ji Nûh re got “Heta cîhan hebe, şev û roj wê hebe” û ev cejn jî ji bo remza jiyanê ew ê her hebe.

Cejna we ya Vartavarê pîroz be..

Շնորհաւոր Վարդավառ