20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serlêdanên ji bo Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî didome

Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 8’ê Cotmehê were lidarxistin. Komîteya Amadekar navnîşanên ku mirov berhemên xwe pê bişînin, aşkere kir

Weke kevneşopî ji sala 1993’an û vir ve her sal Çalakiya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî tê lidarxistin. Îsal jî wê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) roja 8’ê Cotmehê bê lidarxistin.

Navnîşanên ji bo şandina berheman aşkere bû.

Beşdar divê bi nivîseke cewherî qala çîroka berhemên xwe bikin û herî dereng hetanî 30’ê Tebaxa 2023’an berhemên xwe û nivîsa çîroka berhemên xwe (ku çawa ew berhem afirandine) bişînin navnîşan û maîlên hatine dayîn.

Agahiyên navnîşanê:

huseyincelebi2023@proton.me

Postfach 10 15 32

52015 Aachen

Şert û mercên tevlêbûnê

Şert û mercên tevlîbûna çalakiyê jî ev in:

“Zimanên tevlîbûnê  Kurdî (Kurmancî, Dumilî û Soranî), almanî û tirkî ne.

Berhemên ku werin pêşkêşkirin, divê beriya pêşbirkê li ti derê nehatibin pêşkêşkirin.

Beşdar herî zêde dikarin bi du helbest û çîrokekê beşdar bibin.

Beşdar divê nivîsekê derbarê çîroka berhemên xwe binivîsinin û herî dereng heta 30’ê Tebaxa 2023’an bişînin navnîşan û mailên hatine dayîne.

Di heman demê de di sala 30’emîn a pêşbirka wêjeyê de, wê cih bê dayîna pêşbirkvanên ku bi berhemên wêneyan re eleqeder dibin jî, her pêşbirkvanek dikare wêneyên ku xêz kirine, nîşan bidin.”