3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişlo û Mexmûrê şahiyên 8’ê Adarê

Jinan Qamişloyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” 9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin dest pê kir. Li Qamişlo jî daxuyanî dan çapemeniyê.

Jinan li Qamişlo û Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê çalakî li dar xistin.

Qamişlo

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, her sal di nav rêzeçalakiyên kampanyaya tevger û rêxistinên jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê festîvalek bi navê “Wêje û Hunera Jin” tê lidarxistin. Ev mihrîcan bi armanca derxistina hunera jinan a di her warî de tev wêjeyê, li ber çavan. Bi dehan jin bi berhemên xwe beşdar dibin. Îro jî  1’ê Adarê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, 9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê dest pê kir.

Mihrîcan bi amadebûna jin û rêxistin û tevgerên ji hemû pêkhate û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî Rêveberiya Xweser û saziyên çand û hunerê tê cudakirin.

Mihrîcan bi axaftinên komîteya amadekar û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, ku tê de ev roj bi kêfxweşî pîroz kirin. Her wiha tekezî kirin li ser têkoşîna parastina wêje û hunera jinan a ku bû destkeftiyeke mezin ji bo jinên hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bêguman gelek çalakiyên cûrbecûr jî hebûn di nav de pêşkêşkirina sînevizyonekê li ser mihrîcana Wêje û Hunera Jin. Paşê çend stranên gelêrî yên pêkhateya Ereb ji aliyê hunermend Yasmîn El-Esker- ve hatin pêşkêşkirin. Her wiha helbestên bi zimanê suryanî û kurdî ji hêla helbestvan Gabrîela Yûsif û Feyrûz Reşik hatin xwendin. Koma Folklorê ya Artsaxê jî bi rola jina têkoşer a ku li azadî û xeyala xwe digere performansa dansê ya diyarker pêşkêş kir.

Ya herî balkêş jî di mihrîcanê de pêşkêşkirina pêşengeheke ji cil û bergên gelerî yên jinên hemû pêkhateya kurd, ereb, ermen, êzidî û çerkes anî gel hev li ser yek dikê. Her jinek bi rengê xwe û çanda xwe li kêlek jinên ji pêkhateya xwe cuda sekinî. Ev cil û berg jî ji aliyê Kargeha Lîlît a Weqfa Jina Azad û Şêwekar Cîhan Ebdilxefûr ve hatin amadekirin.

Her wiha poleke jinên jêhatî di warê hunerên destan de jî hebû, li wir pêşangeheke taybet a hunerên destî hebû, ku tê de kincên bi hirî û kincên folklorî, ji bilî kelûpelên curbecur, xwarin û şîrîniyê hebûn.

Roja yekem a mihrîcanê bi pêşandana pêşengehek taboyên ku jinên wênexêz amade kiribûn, şanoya “Çîroka welatekî” a Koma Dibistana Şano û fîlmê bi navê “Nameyên Şengalê” bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku dê mihrîcan du rojan dewam bike.

Mexmûr

Meclîsa Îştar a li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Bi qêrîna Jin, Jiyan Azadî, dihûnin tevna jiyanê’ starta pîrozbaniyên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Bi vê armancê li ber derê Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi kombûna jinên wargehê daxuyaniyhek hate dayîn.  Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Meclisa Îştar Kader Kar daxuyaniya starat 8’ê Adarê xwend.

Herî dawî dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Rêber Apo” hatin berzkirin.