17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duyemîn qonaxa pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ destpê kir

Pêngava 'Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de hate destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rêxistinên kurd, komên çep ên Tirkiyeyî û dostên gelê Kurd civîneke çapemeniyê lidar xistin û qonaxa duyemîn a pêngavê ragihandin. Qonaxa destpêkê ya pêngavê 10’ê Cotmehê ji aliyê dostên gelê Kurd ve li zêdeyî 100 bajaran bi civînên çapemeniyê û çalakiyên cuda hatibû ragihandin.

Ji destpêka pêngavê û vir ve çalakî û kampanya bênavber hatin lidarxistin. Li gel meş û çalakiyan di çarçoveya kampanya ‘Şandina 100 hezar qertî’ li her derê ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li Kolnê di çarçoveya heman pêngavê de meşeke mezin hate lidarxistin, bi heman daxwazê li girtîgehan greva birçîbûnê û xizmên girtiyan jî çalakiyên Nobeda Edaletê pêk tînin.

Ji Skoçya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî tevlîbûn li civîna çapemeniyê bû û hate ragihandin ku qonaxa duyemîn a bi 1’ê Adarê re destpê kir wê heta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê dewam bike.

Di civîna çapemeniyê de ku bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî hate dayin, hate destnîşankirin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û 1’ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bêne pêşwazîkirin.

Hate gotin, bi beşdariya bi sed hezaran kesî wê meş bêne lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û zext li dewleta Tirk bê kirin ku deriyê Îmraliyê veke.

Di civîna çapemeniyê de hate xwestin, tecrîd bê rakirin, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê betalkirin, Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de weke muzakerevanê sereke bê azadkirin û dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çalakî bêne lidarxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi taybetî bang li Elmanyayê hate kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.