2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 8’ê Adarê heta Newrozê govenda azadiyê

Jinan li bajarên Mêrsîn, Îzmir û Mûşê xebatên 8'ê Adarê bi coşek mezin dimeşînin. Jinan gotin ji 8'ê Adarê heta Newrozê dê govenda azadiyê mezin bikin.

Çalakî û pîrozbahiyên jinan ên 8’ê Adarê berdewam dikin. Jinan li gelek navendan ji bo 8’ê Adarê daxuyanî dan. Îro Jinan li Îzmîr, Mêrsîn, Mûş û Amedê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan.
Mûş
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Mûşê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Her wiha bernameya çalakiyan hate eşkerekirin.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Mûşê Tuba Sayilgan, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, rêveberên bajar û gelek jin tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Her der berxwedan, her dem azadî” hate hilgirtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Çîçek Tutuş ve hate xwendin.
Tutuş, anî ziman ku 8’ê Adarê ruhê serhildanê, berxwedan û azadiyê ye. Bi domdarî Tutuş bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê da û got ku xetere li ser jiyana jinan çêkiriye. Her wiha Tutuş bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û da zanîn ku bi sedan jin di encama vê polîtîkayê de hatine qetilkirin. Tutuş, dê hêrsa xwe birêxistin bikin, biherikin qadên 8’ê Adarê û got: “Em ê bibêjin ‘her der berxwedan her der azadî’ û bi motîvasyona ji qadên 8’ê Adarê em ê li dora agirê Newrozê govenda xwe ya herî mezin bigerînin.”
Parlamenter Sumeyye Boz jî di daxuyaniyê de axivî. Piştî axaftinan, bernameya Mûşê ya 8’ê Adarê hate eşkerekirin. Bername wiha ye: “Di 3’yê adarê de dê li Gimgimê, di 4’ê adarê de li Milazgirê bi jinan re hevdîtin bên kirin. Di 5’ê adarê de dê li Têlîyê bi jinan re hevdîtin were kirin û piştre ji jinên girtî re qert bên şandin. Di 6’ê adarê de dê li Kopê hevdîtin bi jinan re were kirin, di 7’ê adarê de li navenda Mûşê buroşûr bên belavkirin û di 8’ê Adarê de jî li navendê şahiya jinan bê lidarxistin.”
Îzmîr
Girtiya bi navê Kubra Fîlîz li ser navê girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê peyamek şand. Di peyamê de 8’ê adarê li jinan hate pîrozkirin û têkoşîna jinan hate silavkirin.
Mêrsîn
TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk bi daxuyaniyekê starta çalakiyan dan. Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a OHD’ê, Komeleya Jinan a Mîmozayê û gelek rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” û dovîzên “Bijî 8’ê Adarê” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş ve hate xwendin.
Bernameya 8’ê Adarê ya Mêrsînê wiha ye:
“* Di 2’yê adarê saet di 14:00’an de dê li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê piştî vekirina buroya hilbijartinê biçin serdana Nobeta Edaletê.
* Di 3’yê adarê saet di 14:00’an de dê li navçeya Toroslarê panela jinan bê lidarxistin.
* Di 4’ê adarê saet di 10:30’an de dê li gel ÎHD’ê ji girtîgehan re qert bên şandin.
* Di 4’ê adarê saet di 14:00’an de dê li navçeya Yenîşehîrê meşa bi defê were lidarxistin.
* Di 5’ê adarê saet di navbera saet 10:00 û 15:00’an de biçin serdana karkerên narenciye û tekstîlê.
* Di 6’ê adarê saet di 14:00’an de dê li Taxa Çayê civîneke berfireh a jinan bê lidarxistin.
* Di 7’ê adarê de di tevahiya rojê de mal bi mal, kolan bi kolan belavok bên belavkirin û bangawaziya 8’ê Adarê bên kirin.
* Di 8’ê adarê saet di 12:00’ê de dê li Taxa Şevket Sumerê meş bê lidarxistin.
* Di 8’ê Adarê saet di 18:30’an de dê ji Kolana Kuşumatoyê ber bi Qada Ozgecan ve meşa şevê ya femînîst bê lidarxistin.”