17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li pêş Girtîgeha Amedê starta 8’ê Adarê da

Jinan li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê starta 8'ê Adarê dan.

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Di 8’ê Adarê de, bi dirûşmeya Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” hat vekirin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ayşe Çelik daxuyanî da. Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî”,”Gultan Kişanak rûmeta me ye” berz kirin. Ayşe Çelîk li vir da zanîn tecrîd wekî tundiyê li jinan vedigere û jin ji derveyî pêvajoyên çareseriyê tên hiştin. Ayşe Çelîk banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir û got em piştevaniya bi jinan re xurt bikin”

Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Meryem Soylu ji bo edalet û aştiyê bang kir. Piştî axaftinan ji bo aştiyê kevok firandin. Piştî daxuyaniyê jin derbasî Postaneya Rezanê bûn û ji jinên girtî re qert şandin.