5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qonaxên girîng ên çandî (I)

Dema em di paceya rast li dîrokê binerin û ew nêrîna klasîk a perspektîfa dîrokê derbas bikin dê rewş zelaltir were fêhmkirin. Dîrok ne tenê dîroka siyasî ye, dîroka çandî herî kêm bi qasî ya siyasî girîng e û heta mirov dikare bibêje girîngtir e

Em çandê ji dîrokê, dîrokê jî ji çandê cudatir nikarin bibînin û binirxînin. Dema em behsa çand û dîrokê dikin jî divê em rastiya mirov û civakê li ber çavan bigirin. Rastî çi dibe bila bibe, çi kêmbûna agahî û tesbîtên serdemên dîrokê dibe bila bibe ya girîng ew e ku mirov herikîna dîrokê, geşedan û qewimînan ji hev cuda nenirxîne. Ji ber ku rastiya bi dîtin, dane û vekolandinê derketiye holê pir bi heybet e û nayê paşguhkirin.
Hin dîroknasên wekî, Lewis H. Morgan û Gordon Childe ku dîrokê bi giştî dihesibînin û şîrove dikin gelekî girîng e ku mirov ji tespît û nêrînên wan sûdê werbigire. Ev dîroknasên navdar bêyî ku ferqekê bixin navbera -berî dîrokê û paş dîrokê û çandan- dinirxînîn. Bi taybetî jî dema ku şaristaniyan tesnîf dikin li gorî hin xisletan bi giranî li gorî rewşa wan a hilberînê û amûrên hilberînê yên ku bikar tînin, dinirxînin.

Pevçûna biyolojîk-fîzîkî

Li gorî zanyaran, tê texmînkirin ku mirovahî di sê qonaxên (beriya hilberînê, destpêka hilberînê û qonaxa hilberîna zêde) çandî yên bingehîn re derbas bûye û ev qonax jî bi qasî 60 milyon sal berê dest pê kiriye û heta roj me ya îro tê.
Piraniya van 60 milyon salan wekî serdemek peşveçûna biyolojîk-fizîkî ya ku tê de mirov gav bi gav wekî celebek ku li ser du lingan dest bi meşê kiriye pêş ketiye. Dema mirov bala xwe didê dîrokeke gelekî dirêj e ku hêj em bi zelalî nikarin tespîtên rast ên hezaran salan bikin ku şoreşên ji aliyê mirovan ve pêş ketine. Pêşketina raman, ziman û çandê bi serê xwe li qonexeke dirêj a dîrok belav dibe.
Dema bi mirov girîngiya jiyana di civatekê de, serdestî û avantaja ku didê, têdigihêje û fêm dike êdî rewş diguhere. Ew gavên ewil û yên sade û biçûk bû destpêka mirovatî û civakbûyînê. Di heman demê de ev weke destpêka dîroka çandî, yekem gavên çandî û jidayikbûna diyardeya çandê jî tê hesibandin.
Dema zanist û dîroknasên zanistî qonaxa du milyon salî ya dawî dinirxînin, em dibînin ku di vê qonaxê de pêşketina mirovahiyê gelekî balkêş e. Ev bi mirov xwe dide hîskirin ku divê her mirov ji paşeroja xwe haydar be. Heke mirov di herikîna dîrokê de xwe, şopên xwe nebîne nikare parastina tu nirxan jî bike. Dema em bala xwe didinê pêvajoya kombûn û komkirinê ya du milyon salî, ji bo me gelekî girîng e.

Qonaxa mirov bû mirov

Heke em ji zanîna dîrok û mirovahiyê bêpar bin em ê bêjin qey hema mirovahî wiha bû. Nexêr, di nav zindîwaran de heta ku cureyê mirov digihêje asta Homo Sapiens (mirovê difikire) zehmetiyên mezin dikişîne. Wekî ku tê zanîn “Australopithecus” di nav prîmatên nêzî xwe de yekem cure ye ku wekî “mirov” tê pênasekirin. Ev pevçûn di qonaxên Homo Habilis (mirovê jêhatî) û Homo Erectus (mirov li ser du lingan radiweste) derbas bûye û gihîştiye qonaxa Homo Sapiens.
Dîroknas, der barê dema ketina qonaxa Homo Sapiens de dîrokên gelekî ji hev dûr didin. Hin dîroknas bi giştî serdema di navbera 40 û 200 hezar sal berê destnîşan dikin. Lê bi giranî li ser 60-70 hezar sal berê hemfikir in. Lê belê ev jî heye; her çiqas li ser dîrokê nêrînên cûda hebin jî li ser mekan hema bêje zelalî û lihevhatinek heye ku ew jî destnîşan dike “mirovê nûjen”, ango Homo Sopiens, li cihekî wekî Rojhilata Navîn derketiye holê.
Serdemên girîng ên çandî
Ew sê qonaxên ku me li jor rêz kir (beriya hilberînê, destpêka hilberînê û qonaxa hilberîna zêde) jî bi têgehên ku tê zanîn; “Paleolîtîk (qonaxa berî hilberînê), Mezolîtîkê (qonaxa destpêka hilberîn). Neolîtîk (qonaxa hilberîn, şoreşa çandinî û cotyariyê) ye. Bêguman bi Neolîtîkê û vir ve em di dîroka mirovahiyê ya çandî de şoreşên mezin dibînin. Ger hûn bala xwe bidinê, ev ne dabeşkirinek e ku em pê dadikevin. Lewre ev hersê qonax jî li ser pêvajoyên şoreşî yên herî girîng û bingehîn ên dîroka mirovahiyê û pêşketina çandê ne ku gelekî watedartir in. Dema em di vê paceyê de li mijarê binerin û ew nêrîna klasîk a perspektîfa dîrokê derbas bikin dê rewş zelaltir were fêhmkirin. Lewere dîrok ne tenê dîroka siyasî ye, dîrokek çandî ye û dîroka çandî herî kêm bi qasî ya siyasî girîng e û heta mirov dikare bêje girîngtir e.

Nêrîna li diyardeya çandê

Li ser vê bingehê em dikarin ji nêz ve li diyardeya çandê, dîroka wê û qonaxên pêşketinê yên di serdema ku jê re “pêşdîrok” (prehistorya) tê gotin binerin. (Em vê jî bêjin her çiqas ew têgîna “pêş dîrok” bêgotin jî em tevlî nabin û dîrokê bi giştî dinirxînin). Di antropolojiyê de, têgîna serdemên pêşdîrokî tê wateya binavkirina heyamên bi qasî du milyon sal ku di vir de tê dîtin yekem care ku bi alet û amûran çandek pêş ketiye.
Şênberbûna dîroka çandê
Ev serdem, bi nêrîneke klasîk wekî serdema “pêşdîrok” bêpênasekirin an jî bi giştî “dîrok” bê hesibandin jî ew bi gelemperî li ser sê serdemên sereke yên ku jê re Serdema Kevir tê gotin ji hêla erdkologê danîmarkî Christian Jurgensen Thomsen ve di salên 1830’an de tê dabeş kirin.
Ew jî dîrok wekî sê serdeman wiha dabeş dike: Serdema Paleolîtîkê (Serdema Kevir a Kevn): B.Z. di navbera 2 milyon û 15 hezarî de. Serdema Mezolîtîkê (Serdema Kevir a Navîn): B.Z. di navbera 15-12 hezarî de. Serdema Neolîtîkê (Serdema Kevirê Nû): B.Z. di navbera 12-4 hezarî de. Niha, di bin van her sê sernavên sereke ên serdemên dîrokî de, em dikarin li qonaxên çandî û pêvajoya pêşkeftina şênber a dîroka çandê binerin.