19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li qereqolê winda kirin

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed, Êlih û Stenbolê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 693’yan de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Malbatan wêneyên windakiriyan hilgirtin. Malbatan û parazvanên mafên mirovan aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Orhan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku ji heman malbatê di 6’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin û windakirin pirsîn.

Ewil kurê Mehmet Selîm Orhan, Adnan Orhan axivî û diyar kir ku salên dûr û dirêj in dayikên xizmên windayan têdikoşin û wiha got: “Heta ku aqûbeta windayan neyê diyarkirin ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Ligel ewqas delîlan jî darazê kesî ceza nekir. Weke xizmên windayan em ê aqûbeta windayên xwe bipirsin. Divê heqîqet û edalet pêk were. Ne tenê ji bo me ji bo herkesî edalet lazim e.”

Piştî Orhan Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka windakirina her sê kesên windakirî û têkoşîna malbatên wan a ji bo hînkirina aqûbeta wan vegot.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê b dawî bû.