6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên şer li Silêmaniyê 5 welatî qetil kirin

Balafirên şer li gundê  Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê wesayîtek bombe kir. Di êrîşa hewayî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî birîndar bû. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameya 2 kesan eşkere bû. Welatiyên nasnameya wan aşkere bû şêniyên gundê Tuteqel in. Kesên navê wan diyar bû Aram Hacî Kake Xan  û Îsmaîl Îbrahîm in û pismamê hevin. Aram Hacî keyayê gundê Tuteqele ye. Hate ragihand ku cenaze li gel polîsên Axcelar in û wê rakirin Tiba Edlî. Têkildarî nasnameya hersê kesên din ti agahî nehatin bi dest xistin.