3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Reqayê li dijî operasyonek nû hat destpêkirin

Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê ‘Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê’ ragihandin.

Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêde dibe û li gorî agahiyên îstixbarî yên ji aliyê rayedarên herêmê ve tên parvekirin DAIŞ’ê planên êrîşên nû dike. Bi armanca pêşîgirtina van êrîşên wê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Reqayê li dijî DAIŞ’ê operasyoneke nû hat destpêkirin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ‘Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê’ ragihand.

Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di 26`ê Kanûnê de çeteyên DAIŞ`ê hewl da sûdê ji şert û derfetên ku bi êriş û gefên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyda bûne, wergirin û êrişî bajarê Reqayê kir. Di êrişa terorîstî ya dawîn de 6 şervanên gelê me ji bo parastina şêniyên Reqayê û milkên wan, canê xwe feda kir û şehîd bûn.

Rêxistina terorîst, Reqa wek herêmeke sereke ya qaşo xîlafeta xwe didît û sala 2017`an li wir hat têkbirin. Ji lew re, bi hemû rêbazên terorîstî mîna şantajkirina şêniyan, pêkanîna êrişên terorîstî yên gefê li îstiqrara herêmê û aştiya civaka xwecih dixwin, bi taybet hewldanên herêmî hewl dide ji nû ve xwe bi rêxistin bike. Êrişa dawîn a li Reqayê û êrişên muhtemel ên pêşwext ên hatine pûçkirin jî, ji bo hovîtiya hewldanên xwe îsbat bike.

Di dema borî de û hemwextî Operasyona Birûska Cizîrê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêma Firatê operasyonên taybet li dar xistin. Di encama lêpirsînan de ev tişt derketin holê: Serçeteyê nû yê rêxistina terorîst hewldanek nû kir ku ji nû ve refên şaneyên terorîst ava bike, li herêma Firatê serçeteyên nû diyar bike, perspektîf dan ku ji çalakiyên terorîstî yên ferdî derbasî qonaxa çalakiyên terorîstî yên komî bibin û êrişî girtîgehên ku çeteyên wan tê de girtî ne bikin, her wiha civaka ku terorê red dike bikin hedef, ji herêmên çolistana Sûriyeyê (başûr rojavayê Reqayê) yên din bin serweriya komên DAIŞ`ê de koorîdoran vekin, peywendiyên şane û çeteyên xwe yên li herêma Silûkê ya Girê Spî ya dagirkirî de xurt bikin. Ev yek wek berdewama plana êrişa herêmî ya di 2022`yan de li dijî Girtîgeha Sînaa ye.

Li gorî wan daneyên xeternak, ji bo tolhildana şehîdên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk, pêkanîna operasyonên ewlehiyê yên berfireh û avakirina ‘Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê’ radigihîne. Wê Koalîsyona Navneteweyî desteka hewayî bide, ku bi awayekî sereke şopandin û girtina endamên şaneyên terorîst, hilweşandina rêbazên peywendiya wan, tunekirina cihên veşartî yên ji bo çalakiyên muhtemel yên çeteyan, ziwakirina hawîrdora ku jê sûdê werdigirin ên ku şaneyan, torên biçekirin û anîna çeteyan vedişêrin û karê wan hêsan dikin, hedef digire.

Operasyonên berfireh çarşemê (25`ê Çileyê) saet di 12:00`an de dest pê kirin, bi ser bi dehan notqe û cihên veşartî yên muhtemel ên li Reqa, gundewarên wê, Tebqa û gundewarên wê, Sirîn û Kerame û gundewarên wan de hat girtin. Operasyon li gorî plana jê re hatî danîn û dema hatî diyarkirin hat pêkanîn û bi encam bû. Dê encamên wê piştre bi daxuyaniyekê werin parvekirin.

Bê guman tunekirina qaşo paytexta DAIŞ`ê ya li Reqayê û cihê herî dawî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, derfetek baştir ji bo misogerkirina ewlehiyê li Rojhilata Navîn û Cîhanê, peyda kir. Operasyonên dawîn ku Hêzên Operasyonên Hevbeş li Cizîrê û operasyona dawîn li Reqayê pêk hatiye, di çarçvoeya bidestxistina encamên baş di ware ewlehiyê û civaka xwecih û cîhanî de, da ku serkeftina li dijî rêxistina terorîst li Baxozê mayînde bibe. Li ser vê esasî, hêzên hevbeş carek din tekez dikin ku ew ê li hember hemû xetereyên li ser jiyana gel û saziyên me, bisekinin.”