2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û saziyên demokratîk li dijî tecrîdê dimeşin Gemlîkê

Ji bo 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wê partî û saziyên demokratîk di 6’ê sibatê bi dûrişmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ji du milan ve bimeşin Gemlîkê.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin 14 salan li pey xwe dihêle. Ji bo 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wê partî û saziyên demokratîk di 6’ê sibatê bi dûrişmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ji du milan ve bimeşin Gemlîkê. Milekê meşê wê ji Geverê û milekê wê jî li Qoserê dest pê bike.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li avahiya Rêxistina DBP’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de metna kurdî ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve ya tirkî jî ji aliyê Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê di 6’ê sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê û li navçeya Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin û dirûşmeya meşê weke “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hate aşkerekirin.

‘Tecrîd li dijî mîrovahiyê ye’

Ozturk, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan 24 sal in berdewam dike û her ku diçe ev tecrîd kurtir dibe.  Ozturk, bi lêv kir ku 22 meh in derbarê rewşa Ocalan de tu agahî nayên standin û wiha got: “Meha borî heyeta CPT’yê çû Girava Îmraliyê û tu daxuyaniyên şênber û zelal nedan. Ji ber vê bêdengiya CPT’yê fikar û şikên me û gel hîn zêdetir bûn. Nêzikatiya dewletê ya li dijî Birêz Ocalan bandorê li çarenûsa hemû welêt dike. Tecrîda Îmraliyê çiqas giran bibe, welat zêdetir ber bi faşîzmê ve tê kişandin. Li ser vê rastiyê em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîdê bi hestiyar bin û bertekên xwe nîşan bidin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, helwesta me ya li dijî polîtîkaya tecrîdê jî ya li gel vî sûcî di heman demê de daxwaza me ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, bi taybetî pirsgirêka kurd û avakirina aştî û azadiyê ye.”

‘AKP û MHP hemû qanûnan bin pê dikin’

Bi domdarî Ozturk destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li Îmraliyê hemû qanûn binpêkirine û wiha pê dê çû: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide li ser Ocalan polîtîkaya mirinê pêk bîne û bide jibîrkirin. Divê bi lez derbarê rewşa Birêz Ocalan de bersivek bê dayîn û li gel parêzerên xwe hevdîtenekê pêk bîne. Ev mijara ku divê nebe amûreke siyasî, di nav gelên Tirkiyeyê û bi taybetî gelê kurd de dibe sedema hêrs û fikaran. Divê hikûmet van fikaran ji holê rabike. Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bidome, Tirkiye wê nikaribe ji krîza aborî, siyasî û civakî ya ku tê de ye rizgar bibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya çaresernekirina pirsgirêka kurd, berdewamiya şer, xizanî û krîzên giran. Pergala desthilatdar bi salan e dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de îradeyeke mezin a çareseriyê û aştiya civakî ya Tirkiyeyê jî di bin tecrîdê de bigire. Di şexsê Birêz Ocalan de pêşeroja azad a gelan di bin îpotekê de ye.”

‘Dê li dijî tecrîdê çalakiyên xuret bên lidarxistin’

Ozturk diyar kir ku ew jî dê li dijî tecrîdê di navbera 6 û15’ê sibatê de meşeke xurt li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlementerên me bi rojane li ber Meclisê çalakiya rûniştinê pêk tînin û heta îro ji vê çalakiyê re tu bersiv nehatine dayîn. Li dijî vê yekê em ê di navbera 6 û 15’ê sibatê de meşeke xurt li dar bixin. Armanca sereke ya meşa me ya ku bi dirûşmeya ‘Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin’ wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Gemlikê bidome, ew e ku bilez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne! Em aşkera diyar dikin ku li dijî vê siyaseta xapandinê êdî tehamûla me nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li dijî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapandin û manîpulatîf in, em li benda gavên şênber in.”

‘Birêz Ocalan heviya çareseriya demokratîk e’

Di dawiya axaftina xwe de Ozturk ji bo tevlİbûna meşê ev bang li gel kir: “Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em dixwazin vê hêviyê ji tarîtiya tecrîdê derxînin û li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û hemû derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.”