6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Reqayê qedexeya derketina derve berdewam dike

Hêzên ewlekariyê bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi hemleyeke lêgerînê li taxên derdorê kir ku di encamê de 2 çeteyên din hatin girtin. Lê hemle hîna berdewam e

Li gorî agahiyên saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bajarê Reqayê qedexeya giştî li ser ketin û derketina bajarê Reqayê di roja duyemîn de berdewam dike. Ji bo pêşîgirtina li êrîşeke nû ya çeteyên DAIŞ’ê hemû rêyên ketin û derketina ji Reqayê hatin kontrolkirin.

Doh hevserokatiya Komîteya Hundir li parêzgeha Reqayê kir, qedexeya derketina derve li tevahiya herêmê û gundewarê wê ragihand. Ev qedexekirina derketina derve îro jî berdewam dike.

Doh komeke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çargoşeya meydana ewlekariyê ya Reqayê kiribûn ku di navenda wê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ofîsa pêwendiyên serbazî yên herêmî, û zindaneke ku nêzîkî 900 endamên Daiş’ê tê de ne. Çeteyekê pêşî êrîşî deriyê deriyê ewlekariyê kiriye ku hevalên wî jî piştre derbasî navendê bibin lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv dane êrîşan û nehiştine ku çete xwe bigihînin armanca xwe. Piştî vê êrîşê Hêzên Ewlekariyê qedexeya derketina derve li bajêr îlan kirin û dest bi hemleiya lêgerîna li çeteyên reviyayî û kesên alîkariya wan kiriye, kirin.

Daxuyaniya der barê êrîşê de

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Reqayê têkildarî êrîşa şaneya çeteyên DAIŞ`ê doh daxuyaniyek dabû û tê de wiha gotibû:  “Hemwextê betlaneya Cejna Noelê û Rojbûna Îsa Mesîh, şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê vê sibê saet di 11:00`an de êrîş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê ya Reqayê û navenda ragirtina çeteyên DAIŞ`ê kir. Gelek çeteyên xwekuj hewl dan derbasî navendê bibin, lê ji ber ku hêz û şervanên me baldar bûn nehiştin çete bigihêjin nuqeteya hedefgirtî. Pê re ketin pevçûnê û di encamê de 2 çete hatin kuştin, yek din hat girtin ku kembereke teqemeniyê li xwe girê dabû. Yên din jî ber bi taxên nêzî navendê ve reviyan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa encamên vê êrîşê jî tê kirin û wiha tê gotin: “Dema hêzên me êrşa çeteyan şikandin, 4 endamên hêzê me û 2 şervanên HSD`ê piştî ku berxwedana bêhempa nîşan dan û plana terorîst a li ser navendê û taxên derdorê têk birin, şehîd bûn. Hêzên me û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi hemleyeke lêgerînê li taxên derdorê kir ku di encamê de 2 çeteyên din hatin girtin. Lê hemle hîna berdewam e.”