3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

11 gerîllayên HPG’ê di êrîşa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê nasnameya 11 endamên xwe yên di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Dewleta tirk, êrîşên xwe yên ku di meha nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin didomîne. Dewleta tirk tevî bertek û nerazîbûnên gelê kurd û dostên wan jî çekên kîmyewî û çekên qedexe di şer de bi kar tîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 11 endamên HPG’ê di 5’ê mijdarê de di êrişên çekên kîmyewî ya li “Tunelên şer ên Şehîd Xursî” de jiyana xwe ji dest dane.

Êrîşa kîmyewî hat belgekirin

HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ku li gundê Saca yê bi ser herêma Zapê ve bi awayek zêde çekên kîmyewî hatine bikaranîn û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatine belgekirin. Di berdewama daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî dan: “Em vê gavê guncav nabînin ku van dîmenan bi raya giştî re parve bikin. Em dikarin bidin saziyên pêwendîdar ên mijarê lêkolîn bikin û sûcên şer ên dewleta tirk piştrast bikin. Cihê ku ev hevrêyên me lê şehîd bûn nêzî gundê Saca yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya başûrê Kurdistanê ye û em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.”

Nasnameyên gerîllayan

Nasnameya gerîllayên di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Mesut Eren (Ferman Kerîm)

Xemgîn Şahînoglû (Sabrî Cîlo)

Eylem Akgun (Jînda Serhed)

Bawan Mihemed (Helmet Viyan)

Ebid Ebdilah (Dilşêr Reqa)

Canda Îsmaîl (Adar Çiya

Yunus Alkan (Harûn Firat)

Pervîn Muhammed (Arvîn Tolhildan)

Îsmaîl Çelîk (Azad Pirsûs)

Silvana Mihemed (Hêvî Welat)

Îsa Kurtay (Sefkan Adar)

HPG’ê berê jî navê 17 gerîllayan ragihandibû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di 18’ê cotmehê de jî daxuyaniyek dabû û nasnameya 17 endamên xwe ku di êrişên çekên kîmyewî yên di meha tebax, îlon û cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kiribû. Her wiha HPG’ê di heman daxuyaniyê de gotibû ku 27 endamên wan jî di dîrokên cuda de bi heman êrîşan jiyana xwe ji dest dane.