21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora salane ya binpêkirinên mafê mirovan li Îranê

Li gor vê rapora ku ji 63 rûpelî pêk tê û ku roja 26’ê Kanûnê li ser malpera (HRANA) hatiye parvekirin, rêjeya darvekirinê li Îranê li gorî sala 2021’ê  ji sedî %88 zêde bûye

Koma (HRANA) ya çalakvanên mafên mirovan li Îranê, di rapora xwe ya salane de der barê binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Îranê de ragihandiye, ku di sala 2022’an de dezgeha dadweriya Îranê 565 kes bidar vekirine ku di nava wan de 11 jin û 5 zarok jî hene.

Li gor vê rapora ku ji 63 rûpelî pêk tê û ku roja 26’ê Kanûnê li ser malpera (HRANA) hatiye parvekirin, rêjeya darvekirinê li gorî sala 2021’ê  ji sedî %88 zêde bûye.

Di meha borî de, du xortên 23 salî piştî ku biryara wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat piştrastkirin, hatin davekirin, yek ji wan Mecîd Riza Rehnward bû ku bêyî haya malbata xwe li bajarê Meşhedê bi hat darvekirin.

Ev rapora berfireh li ser bingeha 13500 raporên tomarkirî li ser rewşa mafên mirovan li Îranê hatiye amadekirin û weşandin.

Di vê rapora salane de ji bilî darvekirinan, behsa kuştinên ji ber bikaranîna çekan, binpêkirina mafên jin, zarok, girtiyan, kêmîneyên olî û mezhebî, karker û bazirganan, binpêkirina azadiya fikir û ramanê, hatiye kirin. Her wiha behsa rêgirtina mafê xwendinê li navendên xwendina bilind û zanîngehan dike.

Di van rojên dawî yên sala 2022’n de, Îran di sê mehên dawî de bûye şahidê pêleke mezin a xwepêşandanên li dijî rejîmê û ew xwepêşandan veguherine serhildana gelên Îranê û li seranserê bajarên Îranê belav bûye.

Di heyama 15 hefteyên borî de, herî kêm 500 kes, di nav wan de bi dehan zarok, di xwenîşandanan de hatine kuştin, yan bi guleyên rasterast ên hêzên ewlekariyê yan jî bi derbên wan di dema destwerdana xwepêşandanan de.

Li gorî raporê 322 jin bi sedema çalakbûna wan di warê mafên jinan de hatine girtin û lûtkeya van girtinan di nîveka havîna îsal de bû.

Koma Çalakvanên Mafên Mirovan destnîşan kir ku herî zêde binpêkirina mafên girtiyan di Kanûna îsal de pêk hatiye. Di vê mehê de herî kêm 20 girtî ji ber nexweşiyê mirin, 14 girtiyên din întîhar kirin û herî kêm 2 girtî ji aliyê gardiyanên girtîgehê ve hatine kuştin.

Koma çalakvanên mafên mirovan li Îranê piştî pêdaçûna nêzîkî 18 hezar biryarên dadgehê yên sala 2022`an ji aliyê dezgehên dadwerî yên Îranê ve, piştrast kirin ku bi sedan kes ji kêmîneyên neteweyî û mezhebî hatine dadgehkirin û cezakirin.

Gelek darizandin li dijî çalakvanên kedkar, çalakvanên bazarê, çalakvanên mafên jinan, çalakvanên jîngehparêz û xwendekaran pêk hatin û piraniya cezayên wan di meha Kanûnê de hatin birîn. Bi giştî cezayên ku li çalakvan û welatiyan di sala 2022’an de li gorî sala borî ji sedî 37 zêde bûne.

Ev xwepêşandan piştî kuştina Jîna Emînî keça kurd a 22 salî ya ji bajarê Seqizê li Tehranê ji alî polîsên dewleta Îranê ve di bin çavan de hatibû kuştin, di 16 îlonê de xwepêşandanên gel li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn û di demeke kurt de li seranserî Îranê belav bûbûn.

Lê ev rapora salane nîşan dide ku binpêkirina mafên bingehîn ên jinan li Îranê bi mehan beriya wê jî bi awayekî aşkera berdewam dikir.