Li taxa Suleyman Şah a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, di jêrzemîneke avahiyeke 6 qat de ji ber sedemeke ne diyar teqînek pêk hat û xesareke mezin gihîşt avahiyê. Piştî teqînê polîs û komin agirkujiyê, AFAD û tenduristiyê derbasî cihê bûyerê bûn. Hat ragihandin ku di teqînê de 4 kes birîndar bûne.