18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildanên li Rojhilat di hefteya 12’emîn de berdewam dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê, serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye, di hefteya 12’emîn de berdewam dike.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandan û çalakiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên di bin pêşengiya jin û xwendekaran de dest pê kirine di hefteya xwe ya 12’emîn de berdewam dikin. Rejîma Îranê bi hêzên xwe ve êrîşî berxwedan û têkoşîna gelên Îranê dike û rast e rast gel dide ber guleyan. Heta niha bi hezaran kes hatine girtin û bi sedan kes jî hatine kuştin.

Duh li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlam a Rojhilat ku yek ji bajarên herî zêde xwepêşandanên mezin lê tên lidarxistin, malbatên hinek xwepêşandarên hatine binçavkirin greva xwe berdewam kirin û şeva xwe li ber dadgeha bajar derbas kirin. Malbatan, daxwaza berdana kesûkarên xwe kirin. Tevî êrîşên hêzên rejîmê jî malbatan çalakiyên xwe berdewam kirin.

Nerazîbûnên ciwanan

Di heman demê de li bajarê Sinê komek xwendekarên keç daketin kolanan û bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gelek dirûşmeyên cuda nerazîbûnên xwe li dijî kuştin û tundûtûjiya hêzên rejîma Îranê anîn ziman. Li bajarê Seqîz jî carek din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan li trafîkê çalakiyên xwe yên li dijî rejîmê berdewam kirin. Her wiha li bajarê Qurweş meşek bêdeng hat li darxistin. Li Îranê jî li hinek deverên Tehranê xwepêşandan û çalakî berdewam bûn. Di heman demê de greva ajokarên balhilgiran jî berdewam kir.

Wê greva giştî bê lidarxistin

Li ser bangawaziya xwepêşanderên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê biryar e ku di 5 û 7’ê kanûnê de grev, xwepêşandan û çalakiyên giştî li seranserê Îranê werin li darxistin. Xebatên bangewazî û agahdarkirinê yên ji bo her duh rojan jî duh berdewam bûn.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî bilançoyên hatîn belavkirin ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 448 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîmê ve bi gulebaranên raste rast û êşkenceyan hatine kuştin. Her wiha bi hezaran kes hatine girtin ku bi darvekirin û êşkenceyan re rû bi rû ne û bi sedan kes jî windan e ku aqûbeta wan nediyar in.