19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî serhildanê karê Polîsên Exlaq ên Îranê hate rawestandin

Serhildana Rojhilat ku bi pêşengiya jinan berdewam dike encaman bi xwe re tîne; li gorî Serdozgerê Giştî yê Îranê, karê Polîsên Exlaq ên Îranê hatiye rawestandin.

Serhildanên ku di meha îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî dest pêkiribûn, berdewam dikin. Serhildan êdî bi xwe re destkeftiyan tînin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (ÎRNA) der bas kiriye, karê Polîsên Exlaq ên Îranê hate rawestandin.

ÎRNA’yê di nûçeya xwe de ragihand ku Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cehfer Muntezrî di merasîmekê de bersiv daye pirsa ‘Ji bo çi karên Polîsên Exlaq hate rawestandin’ û ev tişt gotiye; “Ti peywendiya Polîsên Exlaq bi dadweriyê ve nîne, li heman cihê hatî damezrandin, biryara rawestandinê jî hatiye derxistin.”

Her wiha Serdozger Mihemed Cehfer Muntezrî, di civîneke 1’ê kanunê de der barê serhildanan de ev tişt gotibû: “Parlamento û Desteya Bilind a Şoreşa Îslamî, pirsa hîcabê guftugo dikin. Tê payîn heya 15 rojên din encama wê derbikeve.”