4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava helîkoptera Amerîkayê ket xwarê: 22 leşker birîndar bûn

CENTCOM′ê ragihand ku 22 leşkerên wan di qezaya helîkopterê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku di qezayeke helîkopterê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22 leşkerên amerîkî birîndar bûne û 10 ji wan ji bo dermankirinê derxistine derveyî Rojhilata Navîn.

CENTCOM′ê destnîşan kir ku der barê sedema qezayê de lêpirsîn dewam dike û diyar kir ku hemwextî bûyerê tu êrişên dijber pêk nehatine.

Duh jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku dewleta tirk karwanekî hêzên Rûsyayê li ser riya Mezari Um Hoş-Hirbilê ya bakurê gundewarên Helebê kiriye hedef û di encamê de leşkerekî Rûsyayê hatiye kuştin, 4 leşker bi giranî birîndar bûne.