17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîmenên xizmeta qeyûmên Amedê!

Qeyûm xizmeteke baş nadin gelê Amedê û bi rojan konteynerên çopê vala nakin. Her wiha peyarêyên li nav bajar ketine rewşeke wisa ku nikare li ser wan bimeşe.

Li gelek taxên Amedê ji ber ku qewlikên çopê ji qirêjê tijî didin ew di nava taxan de gelek bêhneke nexweş derdixe holê. Li gelek taxan erebeyên çopê rêya xwe li hinek cihan naxin û gelek cih nepaqij dimînin.

Li Amedê, şaredariya bajarê mezin jî di nav de şaredariyên ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve bi qeyûman hatin desteserkirin, xizmeteke baş nadin gelê Amedê. Ji ber ku xizmeta paqijiyê bi awayekî rêk û pêk nayê kirin û wesayîtên berhevkirina çopê rêya xwe li hin kolanan naxin mirov ji gemarê nikare di hin kuçe û kolanên bajar de bimeşe.

Li her dera bajar gemar heye û bi rojan konteynerên çopê dagirtî dimînin û nayên valakirin. Ev jî li nav bajar dibe sedema bêhneke giran ku mirov nikare îdare bike. Niştecihên bajar li dijî vê rewşê bibertek in û daxwaz dikin ku ji bo wan xizmeteke baş bê kirin.

Her wiha peyarêyên li qeraxê rêyan jî di rewşeke gelek ne baş de ne. Li gelek deverên bajar bi salan e peyarê ji hev ketine û mirov nikare li wan bimeşe. Herî zêde jî jinên xwedî pitik ji ber vê rewşê zehmetî dikişînin. Lewre wesayîtên xwe yên pitikan nikarin li ser van peyarêyan bidin meşandin.