3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di civîna têkildarî Holê de çi hate nîqaşkirin?

Rayedarên iraqî bang li civata navneteweyî kir ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ′ê ji Kampa Holê vegerînin. Rayedaran anî ziman ku mijara Kampa Holê tenê Sûriyeyê eleqedar nake.

Duh li paytexta Iraqê Bexdayê civîneke navneteweyî der barê Kampa Holê de hate lidarxistin. Di civînê de nêrîna hikumeta Iraqê ya têkildarî Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ′ê lê dimînin, hate nîqaşkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf bang li civata navneteweyî kiribû ku ji hemû dewletên welatiyên wan li Kampa Holê hene, daxwaz bike ku hemwelatiyên xwe di zûtirîn demê de vegerîne.

Li ser navê Nivîsgeha Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê jî Qasim El Erecî daxuyanî da û aşkere kir ku serokê Saziya Ewlehiya Neteweyî Hemîd El Şetrî, cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş serfermandar Qeys El Hemdawî, wekîlê Gerînendetiya Îstîxbarat û Lêpirsînê ya Federal, şêwirmendê mafên mirovan ê serokwezîr Zêdan Xelef, nûnerên Saziya Îstixbarata Nîştimanî, akademîsyen, rayedarên Wezareta Karên Derve ya Iraqê, nûnera Sekreteriya Giştî ya NY′yê li Iraqê Jeanne Plasschaert, balyozên Yekitiya Ewropayê (YE), nûnerên dewletên Ereban û yên biyanî yên li Iraqê beşdarî civînê bûn.

Qasim El Erecî got hikumeta Iraqê gelek caran aniye ziman ku Kampa Holê li ser Iraqê û cîhanê gefê çêdike û cihekî xeternak e. El Erecî diyar kir ku divê civata navneteweyî hevgirtî be û bang li dewletan bike da ku welatiyên xwe ji kampê derxe. Her wiha pêşniyar kir ku kongreyeke navneteweyî li ser asta wezaretên karên derve were lidarxistin da ku pirsgirêka kampê çareser bikin û kampê bigirin.

El Erecî got pirsgirêka Kampa Holê ne pirsgirêkeke herêmî ye, lewma Iraqê xistiye rojeva navneteweyî.

Jeanne Plasschaert jî nêrîna NY′yê ya têkildarî Kampa Holê pêşkêş kir û destnşan kir ku DAIŞ′ê li pey xwe mîrasekî tevlihev hiştiye û divê hemû alî li dijî wê tê bikoşin.

Jeanne Plasschaert bal kişand ser girîngiya veguhestina zarokên DAIŞ`ê beriya ku mezin bibin û bibin “terorîst” û got: “Çareya herî guncaw çareserkirin û girtina vê dosyayê ye.”

Darizandina DAIŞ’ên biyanî

Ev civîn di demeke wiha de tê lidarxistin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê bike.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivîbû û gotibû: “Dê tevahî çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hejmara wan bi hezaran e, werin darizandin. Ew çete ji 60 welatên cuda ne.”