28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 4 rojên binçavkirinê li Cizîrê 15 kes hatin girtin

Li navçeya Şirnexê Cizîrê ji 18 kesên di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 15 jê li ser îfadeyên "şahidê" nepen hatin girtin.

Di 9’ê hezîranê de polîsên tîmên taybet li taxên Cûdî û Nûrê yên navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Cizîrê Remzî Dadak û welatiyên bi navên Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salîh Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahna, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Duran, Muhlîs Dalmiş, Halime Sabar û Hasan Dadak û du kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li emniyetê îfade dan û duh sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji 18 kesên ku îfadeyê wan duh li dozgeriyê hatin girtin Abîdîn Kuçuk, Halîme Sabar û keseke ku navê wî nehat zanîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Rêveberê DBP’a Cizîrê Remzî Dadak û welatiyên bi navên Îbrahîm Şahna, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salîh Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahna, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Dûran, Muhlîs Dalmiş, Hasan Dadak û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.

15 kes jî li ser îfadeyên “şahidê” nepen hatin girtin.