2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê qurbaniyên erdhejê bi komî têne binaxkirin

Li navçeya Besnî ya Semsûrê, cenazeyên ji binê kavilan hatin derxistin, bi komî hatin binaxkirin.

Li gorî nûçeyeke ajansa ANF’ê di roja 9’emîn a erdhejê de li navçeya Besnî ya Semsûrê, cenazeyên ji binê kavilan hatin derxistin bi rengekî komî hatin binaxkirin.

Di dîmen de ku ji aliyê kesekî li goristanê dixebite hate kişandin, tê dîtin ku leşker û rayedarên tirk bi kepçeyan gorên komî dikolin, cenazeyan di hundirê kîsan de li ber hev bi cih dikin û bi kepçeyan axê diavêjin ser wan.

Ji ber ku li goristanan kesek ji malbatên qurbaniyan nîne, tê gotin ku hejmara qurbaniyan têne veşartin.

Cenazeyên ji binê kavilan têne derxistin bi qemyonan dibin goristanê.

Yek ji dilxwazan anî ziman ku hin ji kesên mirine penaber in, wêneyên cenazeyan ên ji bilî yên penaberan têne kişandin, li sîstema Midûriyeta Emniyetê têne barkirin û tê plankirin ku piştî demekê bang li xizmên wan bê kirin ku wêneyan teşxîs bikin.