11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê bajarekî ji konan tê avakirin

Li Semsûrê ji aliyê dilxwazên ku HDP, DBP, rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî pêşengiya wan dikin ji bo mexdûrên erdhejê 70 kon vedan û hê jî vedana konan berdewam dike.

Yek ji bajarên ku herî zêde karesata erdhejê bandora xwe li serê kir Semsûr e. Piştevanî û alîkariya di bin banê Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên sivîl ve hatiye sazkirin, berdewam dike. Dilxwazên di bin banê Navenda Koordînasyonê de li Semsûrê bajarek ku ji 70 konên vedan ava kirin. Malbatên mexdûr li van konan hatin bicihkirin û xizmeta tenduristiyê, xwedîkirin û hêwirînê ji bo wan tê dayîn.

Berdevkê Herêmê yê DBP’ê Îzzet Karadag têkildarî konên vedane agahî dan û diyar kir ku ev kon bi keda dilxwazan hatiye avakirin. Karadag anî ziman ku 70 malbat li van konan bicih kirine û wiha got: “Em gazî xelkê xwe ku li derve maye dikin ku werin van konan. Em ê mirovên xwe li her konekî bicihbikin. Me ceyranê anî û em ê daşiran jî ava bikin. Wê li konan 3 danên rojê xwarin bê dayîn. Me tîma xwe ya tenduristiyê ava kir û wê li vir xizmeta tenduristiyê pêşkêşî welatiyan bê kirin. Çiqas hewcedariya gelê me hebe, em ê di demek kin de hewl bidin hewcedariyên wan temîn bikin. Em ê li çend deverên din jî yên Semsûrê konan vedan û bikin wek bajaran.”

Talûkeyek mezin heye

Karadag da zanîn ku divê ji sedî sed tevahiya Semsûrê were avakirin û got: “Gelek avahiyan xesar dîtine û divê ev bên hilweşandin. Kes nikare bikeve van avahiyan. Çimkî metirsiyek mezin didin nîşandan.”

Alîkariyê dighînin gund û navçeyê

Karadag destnîşan kir ku ew vê xebatê bi pêşengiya HDP, DBP, rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî dikin û ew ji bo xizmet û alîkariya mexdûrên erdhejê di nava koordîneyek mezin de ne. Karadag diyar kir ku ji çar aliyên Kurdistanê û Tirkyeyê alîkariya mirovî tê Semsûrê û ew alîkariyê digihînin gel. Karadag got tenê ne li navenda Semsûrê her wiha ew li navçeyan û gundan jî mexdûran tespît dikin û alîkariyê digihînin wan.

‘Em piştevaniya mirovî dikin’

Karadag anî ziman ku bi taybetî hewcedarî bi kon, konteyner, êzing û komirê heye û wiha axivî: “Ji roja erdhejê ve pêdivî bi ava paqij heye. Ji bo nexweşiyên şewbê belav nebin, pêdiviya me bi tiştên hijyenê hene. Pêwîste li dijî şewbê tevdîrên xurt bên girtin. Gelê me mînakek piştevaniyê ya mezin nîşan da. Niha xwedîderketinek pir mezin heye. Em piştevaniya mirovî berfireh dikin. Piştevaniya gelê me ku mexdûr bûye gelek girîng e. Her kesî dest daye destê hev û birînên gelê me dipêçe. Divê em vê piştevaniyêh in bêtir berbelav bikin.”