6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dixwazin bi tecrîdê komployê bibin serî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Pergala tecrîda li girava Îmraliyê bi tu awayî mirov nikare ji komploya 15’ê Sibatê cuda bigire dest. Tecrîda li ser Abdûlah Ocalan ferzkirin parçeyekî herî mezin a komployê ye

Gava ewil a komploya navneteweyî di 16’ê îlona 1998’an de li Hatayê bi gefên fermandarê hêzên bejahî yê artêşa tirk ê demê Atîla Ateş dest pê kir. Fermandarê artêşa dewleta tirk, ji bo rêvebiriya Sûriyeyê Abdûlah Ocalan radestî Tirkiyeyê bike gefa êrîşê li Şamê dixwar. Bi van gefan re li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê artêşa dewleta tirk bi hêzeke mezin dest bi tevgera leşkerî kir. Hedef jî Sûriye û Abdûlah Ocalan bû.

Paşê aşkera bû, ev tevger bi erêkirin û alîkariya Îsraîl, Amerîka û NATO’yê hatiye kirin. Li ser vê Abdûlah Ocalan ji bo pêşî li şerekî mezin bigire û rêvebiriya Şamê nexe nava zahmetiyek mezin di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Suriye derket.

Di 12’yê mijdara 1998’an de ji esmanê şîn balafirek daket balafirgeha Fîûmîsîno ya Romayê. Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan di vê balafirê de bû. Ocalan ji ber komploya hêzên hegemonîk ên cîhanê, li stargehekê digeriya. Balafira ku Abdûlah Ocalan tê de bû qet daneket erdê, hemû balafirgehên Ewropayê jê re hatibûn girtin.

Komploya plankirî

Abdûlah Ocalan Îtalya weke mîrasgerê hiqûqa Romayê bi nav dikir û ji bo mafê rûniştinê serî li meqamên vî welatî da. Lê di serî de Amerîka û NATO, hemû welatên di nava çerxa pergala hegemon de ne ji bo ev daxwaza însanî neyê qebûlkirin mudaxeleyî rêveberiya Îtalyayê kirin. Serokwezîrê Îtalyayê Masîmo Dalema ku wekî kesekî demokrat û çepgir dihat naskirin, li ser zextên hêzên navneteweyî nikaribû li ber xwe bide û daxwaza mafê rûniştinê ya Abdûlah Ocalan qebûl nekir. Li ser vê bêîstiqrariya wî welatî û rewşa nediyar a Abdûlah Ocalan di 17’ê çileya 1999’an de neçar ma ji Romayê derket. Pişt re di navbera Moskov-Mûsk-Atînayê de çû û hat. Lê ji ber zextên Amerîka, Îngilistan, Îsraîlê û berjewendiyên wan, destûr nehat dayîn ku Rêber Gelê Kurd li van weleta bimîne. Di trafîka diplomasiya wê demê de jî diyar bû ku komploya hatiye plankirin çiqas mezin û berfireh e.

Ocalan ji têkoşîna xwe tavîz nade

Di vê komployê de gelek dewlet bi tevî rêxistinên xwe yên îstîxbaratê cih girtin. Serkêşiya wan Amerîka û Îsraîlê kir. Bi hevkariya van dewletan bêyî ku pîvanên hiquqa navnetewî li ber çavan werein girtin Abdûlah Ocalan bi awayekî korsanwarî radestî Tirkiyê hat kirin.

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd di serî de li Kurdistan û Tirkiyê, li her çar aliyên cîhanê bû sedema hêrsek mezin. Bi milyonan kes rabûn serhildanê. Zêdetirî 100 kesan bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ agir berdan bedena xwe.

Di ser wê roja reş re 24 sal derbas bûn. Ocalan li girava Îmraliyê rehîn tê girtin hem jî di bin şertên herîn giran ên tecritê de. Tevî vê jî Abdûlah Ocalan ji tekoşîna xwe tavîz neda û dewam kir.

Hêzên ku di vê komploya navneteweyî de cih girtin, bi armanca plana xwe bibin serî, herdem di nava hewldanan de bûn. Komploya bi dîlgirtina Abdûlah Ocalan dest pê kir niha bi pergala tecrîdê derbasî qonaxek nû bûye. Li dijî vê pergala derqanûnî û bi her awayî derveyî pîvanên mirovahiyê ye di serî de gelê kurd li gelek welatên cûda nerazîbûnên cidî hene.

Tecrîd parçeyekî komployê ye

Bi vê komploya navneteweyî tê dîtin ku hêzên hegemon bi tu awayî dest ji armanca xwe ya tinekirina kurdê azad bernedane. Dewleta tirk her xwestiye kurdan qir bike û hêzên komploger jî di vî warî de desteka herî mezin dane wê. Ji ber vê yekê Abdûlah Ocalan komploya navneteweyî ya li dijî şexsê wî pêk hatî weke “Roja qirkirina kurdan” pênase dike.

Di serî de li cihê ku komploya navneteweyî dest pê kiriye, li Romayê di rojeva civaka pêşverû ya Îtalyayê de ye. Siyasetmedar, sendîkager, rewşenbîr, hiqûqnas, şaredar û gelek kesên naskirî li her aliyê welêt ji bo vê mijarê ketin nava tevgerê. Îro jî ji bo azadiya Abdûlah Ocalan di pêşengiya demokrat û azadîxwazên îtalî de di qada navneteweyî de gelek xebatên hêja tên meşandin.

Lewma divê bê zanîn ku pergala tecrîda li girava Îmraliyê bi tu awayî mirov nikare ji komploya 15’ê sibatê cuda bigire dest. Tecrîda li ser Abdûlah Ocalan tê ferzkirin parçeyekî herî mezin ê vê komployê ye. Lewma hêzên ku di vê komployê de cih girtin di meşandina vê pergala tecrîdê de jî xwedî biryar in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê