28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê tuneleke avê ya hezar û 700 salî hat dîtin

Li gundê Geçîtlî yê navçeya Bêsnî ya Semsûrê tuneleke avê ya hezar û 700 salî hat dîtin.

Li navçeya Bêsnî ya Semsûrê tunelek dîrokî ya avê hat dîtin. Li gund, welatiyên tunelê dibînin agahî didin Miduriyeta Muzeyan a Semsûrê û li ser agahîgirtinê miduriyet tîmeke lêkolînê dişine gundê Geçîtlî û tunelê di cih de lêkolîn dike. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin tunel beriya hezar û 700 sal berê hatiye çêkirin.

Tê texmînkirin tunel ji bo ku ava çemê Sofrazê ji aliyekê gund derbasî aliyekê din ê gund bê kirin û pê erd bên avdan hatiye çêkirin. Midurê Muzeyan ê Semsûrê Mehmet Alkan, der barê tunelê de destnîşan kir ku karkeriya çêkirina tunelê karkirineke xweşik e û ev tişt got: “Ev der ji bo Semsûrê tuneleke avê ya pir binirx e. Em li bendê ne ku turîst in biyanî û xwecihê bên serdana tunelê bikin.”

Keyayê gundê Geçîtlî Abdûllah Gullu jî destnîşan kir ku cara yekemîn dikeve tunelê û ev agahî dan: “Ji aliyê çemê Sofrazê mirov dikeve tunelê û ji aliyê din ve derdikeve. Destpêkê hinek teng e lê bi pêşveçûnê bilindbûna tunelê dertê heta 2 metreyan. Me berê jî dizanibû heye lê em ditirsiyan ku bikevinê. Lêkolînkirina tîmê ya li tunelê bikelecan bû.”