11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Muxatebê çareseriya demokratîk diyar e

Siyasetmedara kurd Gulser Yildirim di Doza Kobanê de diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin dîsa guftûgo dest pê bikin û wiha got: “Muxatab jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Rûniştina yekemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Yilmaz Hun û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn û danişîn bi parastina siyasetmedara kurd Gulser Yildirim dest pê kir.

‘Nejidilbûna di pêvajoya çareseriyê de’

Yildirim, parastina xwe bi kurdî kir û got ku di mutalaayê de delîleke ku parastina wê bikin tune ye. Yildirim, diyar kir ku mutalaa li ser fermana îktîdarê hatiye amadekirin û wiha domand: “Em vê dozê weke doza kompasê dibînin. Dema mijara behsa xeberê dibe berjewendiyên îktîdarê, polîtîkayên xw bi dilrehetî dimeşîne û mirovan jî dike şirîkê van polîtîkayan. Partiya me, ji dil û micid bû şirîkê polîtîkayên çareseriyê. Lê xuyaye ku nejidilbûnek hebû û ev nejidilbûniye îro bi vê dozê li me vegeriyaye.

Tu xêra inkarê negihiştiye gelan

Doza Kobanê 6 sal piştî Pêvajoya Çareseriyê dest pê kir. Bi qasî misqalê tu eleqeya tiştên em pê tên tawanbarkirin bi rêgezên me nîne. Dema me li ser bingeha rêgez û felsefeya HDP’ê polîtîka dikir, polîtîkaya me ji bo jiyana hevpar ev polîtîka dikir. Di polîtîkayên me de dijminatiya li gelan tune ye. Em, polîtîkayên înkar, bêedaletî û tunekirinê yên sed sal in tên domandin rexne dikin. Tu xêra vê zîhniyetê negihiştiye gelên Tirkiyeyê û komarê. Dema mirov li pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sed salan dinihêre, dibîne ku di bingeha van êşan û pirsgirêkên însanî, aborî û hiqûqî de ev zîhniyet heye. Tevahiya jiyana me, armanca felsefeya me – hemû civak û reng di bin sîwaneya HDP’ê de hatin ba hev –  ew e ku ji bo van pirsgirêkan çareseriyekê peyda bikin.

Gelo dozger ev dosya ji fikrên nijadperest cuda amade kiriye?

Tevî hevalên xwe em her tim ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têkoşiyan. Tu caran hewldaneke me ya ji bo van bûyerên em pê tên tawanbarkirin çênebû. Gelo ma mirov dikare bibêje dozgerê îro derheqê me de ev dosyaye amade kiriye, ev dosya ji fikrên nîjadperest û bi îradeya xwe ya azad amade kiriye? Em nikarin wisa bibêjin. Gelo ditirsin ku ji karê xwe bibin lewma vî karî dikin an ew jî parçeyeke vê zîhniyetê ne lewma dikin? Heke di vê dosyayê de hewldaneke wî ya ji bo tawanbarkirina me hebe, ev yek dilê mirov diêşîne. Heke ji bo ji karê xwe nebin lewma wiha bikin, çima wiha dikin?

Gelê kurd bedelê dide

Ji destpêka vê darizandinê heta niha gelek hevalan dijminatiya li hemberî siyaseta demokratîk bi berfirehî vegotin. Heke kesek kurd be û mafên xwe bîne ziman, bedelekî giran dide. Mînaka vê ya herî mezin jî Apê Mûsa ye û min di Bûyerên 48’an de ev yek dît. Pirsgirêkên li vî welatî, tevahiya xitimînên wê bingeha xwe ji nenaskirina mafên gelê kurd digirin. Tu eleqeya van tiştan bi bûyerên em pê tên tawanbarkirin nîne. Lewma em dibêjin ku ev ne dozeke hiqûqî û adilane ye. Bi temamî kompaseke li dijî siyaseta demokratîk a kurd e. Kompaseke li dijî pêkhateyên HDP’ê û hemû kesên polîtîkaya demokratîk dimeşînin e. Ez li vir bi rojan jî biaxivim dê nekarim tiştên dê bibêjim xelas bikim.

Îktîdarê ev doz veguherand amûrekî

Em, jiyaneke demokratîk û wekhev diparêzin. Lê belê em bedela van gotinên xwe li van eywanan didin. Kesên di bin navê cemaetê de weazê tecawizkirina zarokên 6 salî didin, kesên ji bo zewicandina zarokên 9 salî fatûreyê didin, kesên jinan qetil dikin, kesên karên çeteyên qirêjî dikin ji hêla dadgehên vî welatî ve tên berdan. Ji bo wan serî li sepana ‘başhaliyê’ didin û cezayên wan kêm dikin. Jixwe ez doza me û dozên wan nadim ber hev. Gelo ev rewşa welêt di nav de qet we aciz nake? Ev zîhniyet ber bi ku de diçe? Em dibêjin jiyaneke azad, demokratîk û bi hev re lê rêveber vî welatî ber bi Efxanistanê ve dibin. Kesên xwedî vê zîhniyetê jî her roj ji hêla îktîdarê ve tên xweyîkirin û tên pîrozkirin. Ev yek di serî de dijminatiya li jinan û demokrasiyê ye. Polîtîkaya veşartina karên qirêjî ya ji civakê ya îktîdarê ye. Ji bo ku karên dike ji hêla civakê ve neyên zanîn, vê ji bo xwe weke amûrekî bi kar tînin.

Felsefeya HDP’ê ji bo Tirkiyeyê tiştekî jiyanî ye  

Dema mijara behsa xeberê dibe berjewendiyên îktîdarê, dabeşî koman dibe. Ne ji bo gel lê ji bo berjewendiyên xwe dabeşî koman dibe û têdikoşe. Cudahiya me ya ji wan jî ev e. Lewma partiya me HDP, felsefe û rêgezên wê ji bo gelên Tirkiyeyê jiyanî ye. Ev felsefe û rêgez dê baştirîn encaman ji bo gelan biafirînin. Beriya her tiştekî ez jineke kurd im. Serdest dibêjin; ‘hûn kurd dikarin bibin her tişt lê nikarin bibin xwe.’ Ma heke mirovek nekare bibe xwe dê çawa bibe tiştekî din? Di bingeha hemû pirsgirêka de ev zîhniyeta înkarê heye.

Doza kompasê, hewldana mehkûmkirina siyasetên îktîdarê ye. Lê belê tiştên em pê tên tawanbarkirin û tiştên me kirine pir zêde dûrî hev in. Hevalên me ji bo ku ev bûyer derkevin holê pêşnûme dan Meclisê lê îktîdarê û hevkarên wê ev pêşnûme red kir. Gelo kesên mutalaa amade kirin, dozgerê ku me bi vî awayî tawanbar dike, çima ewqas dixwaze cezayên giran li me bên birîn. Ji bo berjewendiyên kê vê dixwaze?

Muxatebê çareseriya demokratîk diyar e

Dema ez gotinên xwe temam dikim, derheqê mutalaayê de tu tiştekî nabînim ku bibêjim. Ez, tu encamên wê weke hiqûqî nabînim û qebûl nakim. Muxatabên çareseriya demokratîk diyar in. Îktîdar vê çareseriya demokratîk naxwaze. Dema duh xwestin vê çareseriya demokratîk pêk bînin û ji bo vê ketibin nava kîjan hewldanan, îro jî muxatab diyar in. Îktîdarê çawa duh dîtibe ku muxatab birêz Ocalan e û pêvajoya çareseriyê dabe destpêkirin, îro jî dikare bide destpêkirin. Weke HDP’iyan em ê tişta ji destê me tê bikin. Em li gel guftûgo, çareserî û aştiyê ne. Ji ber ku me peywira diket ser milê xwe pêk aniye û ji bo pêvajoya çareseriyê bûne alîkar lewma tên darizandin. Yên ku şer dixwazin em nînin û em pêvajoya çareseriyê nadarizînin. Em dixwazin li vî welatî guftûgo were kirin. Em dîsa li gel aştiyê ne û îro jî bedela wê didin.”

Şandeya dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê.