2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtîgeh veguherandine qadên mirin û îşkenceyê’

Seroka Çûkûrova TÛAY-DER a Edeneyê Nûray Kaya diyar kir ku desthilatê girtîgeh veguherandine qadên mirin û îşkenceyê û li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê li raya giştî kir

Komeleya Piştevaniyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne li Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên komeleyê yên pankarta “Bila binpêkirinên mafan ên girtîgehan diqewimin bi dawî bibin” vekirin dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.

‘Binpêkirinên mafan ji tecrîda Imraliyê ne serbixwe ne’

Seroka Çûkûrova TÛAY-DER a Edeneyê Nûray Kaya ya di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku di serî de li Îmraliyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Nêzîkatiya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîd û îzolasyoneke giran de ye, ji van binpêkirina mafan ne serbixwe ye. Li girtîgehan bi taybetî di demên dawî de em zêdetir dibin şahidên mirin, îşkence û şewitandina înfazan. Ev tiştên diqewimin ji pêvajoya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê zêdetir e.”

‘Em ê bêdeng nemînin’

Kaya, bi bîr xist ku nexweşê penceşêrê Şakîr Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dima jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku desthilatê girtîgeh veguherandina qada mirin û îşkenceyê. Kaya, qala îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya li dijî jinan hatiye kirin jî kir û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku ev binpêkirinên mafan, îşkence, zext û polîtîkayên çavtirsandinê yên li girtîgehan di nava konsepteke diyar de tên meşandin. Em li dijî vê yekê bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar bin û bêdeng nebin.”