4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza girtina KCDP’ê hate redkirin

Danişîna doza girtina KCDP'ê li Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat û di danişîna vê doze de biryara redkirinê hate dayin.

Danişîna 4’emîn a doza Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) ku bi îdaya “Li dijî qanûn û ehlaqê tevgeriya ye” hatibû vekirin li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.

Parêzerên platformê, parlamenterên Partiya Çep a Kesk, Partiya Kedê (EMEP), Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK), endamên Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), nûnerên Konsolosxaneya Hollanda û Swêdê, nûnerên PEN’ê, nûnerên Meclisa Jinan a Komîsyona Firsendên Wekheviyê ya Jin û Mêran, Cîgira Serokê Giştî ya Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroglu, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û gelek kes û parêzerên jin tev li danişînê bûn.

Piştî tespîtkirina nasnameyan doz dest pê kir. Piştî daxwaza parêzeran a tevlîbûna dozê, şahîd hatin guhdarkirin. Dû re dest bi parastinê hat kirin û nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav diyar kir ku di pêvajoya dozê de heta niha tê dîtin ku dozeke bê mantiq e, biryar çi dibe bila bibe dê ji bo wekhevî û azadiya welatê xwe têbikoşin.

Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm jî da zanîn ku doza girtina platformê bêhiqûqiye û biryar çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Esîn Yeşîlirmak, Îpek Bozkurt, Tugba Torun û Leyla Suren jî di danişînê de axivîn û bal kişandin ser têkoşîna jinan û gotin: “Jin ne bi tenê ne.”

Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da û doza ku hat vekirin red kir.