3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê kampa Jîneolojiyê hat destpêkirin

Li Şengalê, jinên ciwan di kampeke jîneolojiyê de li hev kom bûn.

Dewleta tirk, êrîşî Şengalê ku ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin dike û dixwaze tu derfetên jiyanê li Şengalê nemînin. Bi vê armancê ji çend mehan carekê êrîşên hewayî li dijî herêmê pêk tîne û dixwaze lêvegera niştecihên Şengalê asteng bike. Ji aliyê jinan ve li Şengalê xebatên ku vê armancê vala derbixin tên kirin.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê, li gundê Solaxê kampa Jîneolojiyê da destpêkirin. Kamp di çarçoveya pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, bi ser bixe azadî’ pêk tê û wê sê rojan dewam bike. Di kampê ku bi navê ‘Şehîd Nazê’ tê lidarxistin de gelek jinên ciwan beşdar in.

Di kampê de wê jin ji aliyekî ve perwerdeya bîrdozî bibinin û li aliyekê ve jî di warê çand û hunerê de xwe perwerde bikin.