28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Plana Têkbirina’ Rojava ya Enqereyê-1

Li ser Rojava ku veguheriye qada komkujiyê ya dewleta tirk, bi rengekî demkî konseptên nû têne plankirin. Herî dawî ji aliyekî ve bi êrîşên balafirên bêmirov pêşengên şoreşê û welatparêz têne qetilkirin, li aliyê din jî bi ambargoyê tê dorpêçkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û saziya şer a bi navê Desteya Ewlekariyê ya Milî (MGK) 30’ê Cotmeha 2014’an li Enqereyê li hev kom bû û li dijî kurd û Kurdistanê bi navê ‘Plana Têkbirinê’ konsepteke nû ya komkujî û kaosê xiste meriyetê ku ji ya salên 1990’an gelekî girantir bû. Di encama vê konseptê de ku 24’ê tîrmeha 2015’an bi bombekirina Qendîlê ya bi balafirên şer dest pê kir û hîn jî dewam dike, bi hezaran kurdistanî hatin qetilkirin.

Hikumeta Enqereyê di dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de polîtîkayeke dualî dimeşand, li aliyekî bi rayedarên Şoreşa Rojava re hevdîtin dikir, li aliyê din jî ji bo qetilkirina kurdan lojîstîk û cebilxane dida çeteyên DAÎŞ’ê, rê dida çeteyan ji bo ji sînor derbas bibin. Piştî ku kurdan bi rengekî dîrokî DAÎŞ têk bir, êdî dewleta tirk bixwe kete dewreyê.

Li ser Qereçoxê êrîşa ‘Tolhildanê’

Piştî ku hêzên parastinê yên Rojava li dijî DAÎŞ’ê bi rengekî serketî bi pêş ve çûn, dewleta tirk a ji vê yekê aciz bûyî, di dema operasyona rizgarkirina Tebqayê de 25’ê nîsana 2017’an serê sibehê êrîş bir ser Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ku sê parçeyên Kurdistanê digihîne hev. Êrîş bi 26 balafirên şer li dijî navenda çapemeniyê û biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin. Di encamê de 20 şervanên YPG’ê û kedkarên çapemeniyê şehîd bûn, 18 jî birîndar bûn.

Efrîn û Serêkaniyê

Hikumeta Enqereyê li dijî hewldanên kurdan ên ji bo statuyê, dest bi pêleke nû ya operasyonê kir. Di demekê de ku hêzên YPG û YPJ’ê li Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyon dikirin, dest bi gefa dagirkirina Efrînê kir û 20’ê çileya 2018’an bi navê ‘Tevgera Şaxê Zeytûnê’ dest bi êrîşa dagirkirinê kir. Bi 72 balafirên şer bi şev û roj bombe li Efrînê barand û vê êrîşê 68 rojan dewam kir.

Piştî ku keleha dawî ya DAÎŞ’ê Baxoz jî hate têkbirin, vê carê pêvajoyeke nû ya êrîşên berfireh dest pê kir. Hikumeta Enqereyê bi bahaneya ‘ewlekariya sînor’ di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ dest bi şerekî nû kir.

Demografî guhertin, ji kurdan paqij kirin

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo xaka Rojava ya dagir kiriye bixe nava sînorên Mîsakî Mîllî, destpêkê mirovên li wan herêman qetil kir an jî ji cih û warên wan kir. Li herêmên ku nêzî milyonekê kes jê koçber kirin, çeteyên ji Tirkmenistan, Kirgizistanê û ji herêmên cuda tevî malbatên wan bi cih kirin. Navê kolan, tax û gundan guhert, saziyên iirk lê vekir, zimanê perwedeyê kir tirkî, lîreyê tirk kir bazara guherinê.

Ambargo pêk anî û herêmên sînor dorpêç kir

Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nêzî 5 milyon mirov lê dimînin, êrîşeke din jî bi ambargo û polîtîkayên dorpêçkirinê da destpêkirin. Deriyê Sînorê Til Koçerê ku deriyê herî mezin ê navbera Rojava û Iraqê ye û alîkariya mirovî ya ji bo herêmê ji vê derê tê, di destpêka sala 2020’îan de di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de piştî vetoya Rûsya û Çînê hate girtin. Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji aliyê PDK’ê ve timî tê girtin ku PDK li Başûrê Kurdistanê nûnertiyê ji MÎT’ê re dike. Rewşa deriyên sînor ên li aliyê rejîmê jî bi heman rengî ye. Rejîma Sûriyeyê bi taybetî nahêle malzemeyên xwarinê bigihîne mirovên li herêmên Şehba, Helebê, bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.

Bi polîtîkaya ambargo û dorpêçkirinê ku pêlek ji ‘Plana Têkbirinê’ ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, hewl tê dayin ku Şoreşa Rojava bê fetisandin.

ANF

Sibe: ‘Plana Têkbirina’ Rojava ya Enqerê- 2 Êrîşên bi balafirên bêmirov ên bi rêk û pêk