10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Astanayê normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqerê tên nîqaşkirin

Rojnameyên erebî yên îro cihekî berfireh ji dan û standinên Astanayê yên têkildarî Sûriyeyê, aloziya Lubnanê û şerê Ukraynayê re, veqetand.

Rojnameya El Ereb der barê 20`emîn civîna Astanayê de bi sernavê “Dan û standinên ‘Astana 20’ nexşerêya Rûsyayê ya ji bo normalîzekirina di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de nîqaş dike” nûçeyek belav kir. Di nûçeya rojnameyê de, hat destnîşankirin ku di ber civîna Astanayê re tê texmînkirin ku nîqaşên çaralî der barê rewşa ewlehiyê li ser sînor û nêzîkatiya hevbeş li hember mijara “terorê”, rewşa Idlibê, vekirina rêyên navneteweyî û vegera penaberên sûriyeyî bê nîqaşkirin. Hate gotin lihevkirina Şam-Enqereyê li ser rêyên navneteweyî dê rê bide ku di mijarên din de jî lihevkirin çêbin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da tevgerên leşkerî yên li Idlibê yên hemwextî civînên siyasî û behsa sewqiyatên leşkerî yên hikumeta Şamê yên li Hums, Dera û Şamê ber bi başûrê Idlibê û Helebê û hat destnîşankirin ku ev sewqiyat ber bi eniyên li herêmên bakurê Helebê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê ve tên kirin.

Serdana Le Derian bo Lubnanê

Rojnameya El Exbar di nûçeya têkildarî Lubnanê de diyar kir ku ji rûniştina 14`ê Hezîranê de rewş li Lubnanê hîna wekî xwe ye û hêzên siyasî li bendê ne ku îro şandeyê fransî yê taybet ê Lubnanê Jean-Yves Le Drian bigihîje Beyrûtê û hin pêşketinan di rewşê de çêke. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku beriya serdana Le Drian peywendiyên kesayetên lubnanî bi aliyên derve re yên têkildarî hevdîtina serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û mîrê Siûdiyê Mihemed Bîn Selman, zêdetir bûn. Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn ku hêvî hebûn ku Le Drian di serdana xwe de însiyatîfekê pêşkêş bike û li gorî agahiyan aşkere kir ku Le Drian tu însiyatîfan bi xwe re nayne.

Êrîşa dijberî Ukraynayê

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî şerê Rûsya-Ukraynayê bi sernavê “Ukrayna xwe ji lêdana mezin re amade dike û hewl dide gundê 8`emîn vegerîne” nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da mikurhatina hêzên Ukraynayê ya pêkanîna êrîşên nû li dijî herêmên cuda yên li ser xeta şer ku bi dirêjahiya hezar kîlometreyî ye û hat diyarkirin ku ev êrîş di çarçoveya êrîşa dijber a Ukraynayê ya vegerandina ji sedî 18`ê erdê Ukraynayê yê di bin kontrola Rûsyayê de, pêk tên. Di heman nûçeyê de li ser zimanê şîrovekaran hat diyarkirin ku pêvajoya sereke ya êrîşa dijber hîna dest pê nekiriye û diyar e ku her du aliyan di şerên dawîn de zirarên mezin dîtine.