19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser deriyê Gurkan Îsteklî peyama tehdîtkar hate nivîsandin

Li ser zîla deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Stenbolê Gurkan Îsteklî nivîsa “Em hatin hûn tune bûn” hate nivîsandin.

Li ser zîla deriyê Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê Gurkan Îsteklî nivîsa “Em hatin hûn tune bûn” hate nivîsandin.

Şaxa OHD’a Stenbolê ya têkildarî mijarê de daxuyanî da wiha got: “Nivîseke tehdîtkar ku komkujiyên di dema pêvajoya şer de bi bîr bixe hatiye nivîsîn. Ne tesadufe ku piştî binçavkirina 150 kesan zêdetir ku hevalên me yên parêzer ên endamê OHD’ê jî di nav de hatibe nivîsîn. Weke parazvanên maf mîrateya me ji pêşengên xwe dewr girtî û bi mezinkirina berxwedanê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku em li hemberî tu gef û êrişan serî netewînin. Em ji we natirsin.”